Kromozomên lêkçû (bi înglîzî: homologous chromosomes) ji cotek kromozoman pêk tê. Cor û rêza genên li ser kromozomên lêkçû heman in. Şêwe, qebare, cihê sentromerê û dirêjiya milên kromozomên lêkçû wekhev hev in.[1]

Kromozomên lêkçû

Heke di xaneyek de komeleya kromozoman ji kromozomên cot, ango ji kromozomên lêkçû pêk hatibe, ev xane wekî xaneya diploîdi(2n) tê navkirin. Ji bilî sperm û xaneya hêkê, hemû xaneyên laşê mirov dîploîdî ne. Xaneyên sperm û hêkê, ji her corek yek kromozom lixwe digirin, ango di xaneyên zayendê de kromozomên lêkçû tune, loma evan xaneyan wekî xaneyên haploîdî (n) tên navkirin.[2]

Kromozomên lêkçû genên ji bo heman sîfetê lixwe digirin.[3] Lê dibe ko ev genan kar bikin ji bo peydabûna rûxsarên cuda, ango kromozomên lêkçû kopyayê hev nin in.[4] Wekî mînak, di riweka polkeyê de ji bo zanyariya bomaweyî ya rengê kulilkê, herdu kromozomên lêkçû jî di heman beşen xwe de gena ji bo rengê kulîlkê lixwe digirin. Lê dibe ko gena kromozomek ji bo peydabûna rengê mor, gena kromozoma din ji bo rengê spî be.[5]

Xaneyên laşê mirov ji her cor kromozomê cotek lixwe digirin. Di xaneyên dîploîdî (2n) de cota kromozomên lêkçû, yek ji bavanên nêr, a din jî ji bavanên mê tê. Çeşîddariya di nav endamên heman cor zîndeweran, ji ber guhaztina van kromozoman peyda dibe.[6] Di xaneyên mirovên mê de 23 cot kromozomên lêkçû heye, ji vana 22 cot kromozomên laş, cotek jî (XX) kromozomên zayendê ye. Lê di xaneyên mirovê nêr de 22 cot kromozomên lêkçû heye. Di xaneyên nêran de kromozomên zayendê, X û Y kromozomên lêkçû nîn in.[7]

Her ferê cota kromozozomên lêkçû, kromozoma duhendebûyî ye, loma ji du kromtîdên xwîşk pêk tê. Kromatîdên xwîşk di beşa sentromerêde bi hev re girêdayîne. Gava kromozomên lêkçû tên hemberî hev pêkhateyek ji çar kromatîdî peyda dibe, ji vê pêkhateyê re tê gotin tetrad.[8]

Kromozomên lêkçû û kromatîdên xwîşk tiştên gellek ji hev cuda ne. Kromozomên lêkçû bi eslê xwe kromozomên bavan in.[5] Çavkaniya kromozomek lêkçû sperm, a kromozoma din jî xaneya hêkê ye. Ango bi pîtînê, bi yekbûna navika sperm û hêkê, kromozomên lêkçû peyda dibin. Kromozomên lekçû dişibin hev, lê ne kopyayê hev in.

Kromatîdên xwîşk di qonaxa înterfazê de, bi duhendebûna kromozomê peyda dibin. Loma kromozomên xwîşk kopyayê hev in.

Di dema dabeşbûna miyozê de, di qonaxa profaza I de, kromozomên lêkçû wisa tên ba hev ko her genên li ser kromozomek bi genên kromozoma din ve tên hemberî hev.[9] Ango genên allel nêzikê hev dibin. Kromatîdên nexwîşk di hin xalan de tên ser hev, ev rewş wekî kîazma tê navkirin. Kromozomên nexwîşk di xala kîazmayê de dihelin û hin perçe ji kromatîdê diqetin. Perçeya kromtîdêk bi perçeya kromatîda din ve tê guhertin. Bi vî awayê rêza ADNya herdu kromatîdên nexwîşk, ji ber perçeyên nû diguhere, ji vê cih guhertinê re tê gotin perçe guherîn (bi înglîzî: crossing over) Parçe guherîn yek ji hokarên serekî ye ko dibe sedema guherîna bomaweyî ya nifşên nû.[10]

Di qonaxa anafaza I de cota cromozomên lêkçû ji hev cihê dibin û her ferek ber bi cemserek xaneyê ve diçe. Cihêbûna kromozomên lêkçû tesedûfî ye, ango berê anafaza I nayê zanîn ko kîjan kromozom diçe kîjan gametê. Ev rewş dibe sedema çêbûna çeşîddariyê li gametan.[11]

Mendel bi qanuna dabeşkirina serbixwe (bi înglîzî: law of independent assortment) diyar kirîbû ko bi awayekî serbixwe belavbûna kromozoman dibe sedema peydabûna çeşîddariyê di navbera nifşên nû de.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Rittner, Don, and Timothy Lee McCabe. Encyclopedia Of Biology. Facts On File, 2004.
  2. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  3. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  4. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  5. ^ a b Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  6. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  7. ^ Alberts, B., Johnson, A., Lewis, J., Morgan, D., Raff, M., Roberts, K., & Walter, P. (2014). Molecular Biology of the Cell (6th ed.). NY: Garland Science.
  8. ^ Hartl, D. L., & Jones, E. W. (1998). Genetics: Principles and analysis. Sudbury, MA: Jones and Bartlett. ISBN 0-7637-0489-X
  9. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  10. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  11. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc