Kospa keş-xwînê di beşên veguhastinê gazên henaseyê de ye. Ew kospeke ku di navbara peqokê pişikê û hûrxwînboriyê de ye. Ew ji van qatan pêk tê:

  • Pişikşaneyên cor 1 (pneumocyte typ 1) yên dîwarê pişikê
  • Betana bingehî (basement membrane) û davên kollagen cor 4
  • Şaneyên hinavrûyî (endothelial cells) yên hûrxwînborî
Veguhastina gazên henaseyê di pişikê de

Têreqasa vê kospê 0,2-0,6 μm. Ew bo oksîjen, karbondîoksîd, karbonmonoksîd û hin gazên din derbasbar e.