Korkut Eken, (jdb. 1945 li Enqereyê) serheng, giregirekî kontrgerîlla, sîxurî û şerê taybet ê Tirkiyeyê ye. Yek ji birêveberên MİTê ye. Li dijî PKK'ê têkoşiyaye. Di avakirina sazûmaniya cerdevaniyê de xwedî roleke sereke bû. Hate îdiakirin ku ev ne navê wî yê rastîn e, wî jî wekî kadroyên din ên îstîxbaratê kodnavek girtiye û ev jî ji "korku eken - kesê tirsê dide, tirsçandin" tê.

Korkut Eken
Jidayikbûn15ê kanûna pêşîn a 1945an 
Zarok3
biguhêreBelge

Meytên pêşmergeyên PKKê dihatin parçekirin biguhêre

Di dema ew peywirdar bû li Kurdistanê bi hezaran gundên kurdan hatin valakirin û şewitandin. Gorî gotinan 17 hezar sîvîl hatin revandin, êşkencekirin û windakirin. Zevî, zad, ajalên malê, daristan hatin şewitandin. Meytên pêşmergeyên PKKê hatin parçekirin û li ser tank an panzeran hatin teşhîrkirin. Bi gotineke din li Kurdistanê şerekî qirêj hat meşandin. Eken jî ji van kirinan berpirsiyar bû. Demekê hat darizandin lê ti encam bidestneket û ew serbest berdan.

Jînenîgariya fermî biguhêre

Sala 1978ê di saziya şerê taybet a dewletê (Özel Harp Dairesi) de kar dike. Ji 1981 heya 1986 di navenda ewlekariya giştî de tîmên taybet û sîxuran perwerde dike. Tevlî gelek operasyonên dizî yên dewletê dibe, perwerdeya sîxurî û şerê taybet dibe.

Navê wî tevlî gosartmetiya Susurlukê dibe, lê doz tê vekirin ku karên nerewa û derqanûnî kiriye, lê doz tê guhertin, serbest dimîne.