Korîtî ji ber rewşa bedenî yan jî psîkolojîk nedîtin yan jî nebaş dîtinê ye.

Korîtiya yasayî biguhêre

Di cîhanê de bo rewşa derenceyên kêmdîtinê û korîtiyê heye. Ji bo kêmdîtinê divê asta dîtinê di navbera 6/60 û 20/60 de be. Ji bo korîtiyê jî divê ji 6/60an kêmtir be.

Sedemên korîtiyê biguhêre

Nexweşî biguhêre

Perdeya çavan (katarakt) biguhêre

Glokom biguhêre

Ji pîrbûnê xerabûna makulayê biguhêre

Trahom biguhêre

Perdeya çavan biguhêre

Nexweşiya şekirê biguhêre

Kêmbûna vîtamîn A yê biguhêre

Qeza biguhêre

Ji ber qezayan gelek kes kor dibin. Sedema vî tiştî xerabûna bedena mirovan e. Gelek caran bi qezayan anatomî û morfolojiya çav xera dibe, rehên sînîran diqete an jî xwîn ji mejî tê ku cihê dîtinê xera dike.

Di vir de dibe ku ne korîtî destpê bike. Di qezayan de mirov dikare tenê nêviyê dîtina xwe an jî çaryekê dîtina xwe wenda bike.

Nexweşiyên genetîk biguhêre

Nexweşiya albînîzmê biguhêre

Nexweşiya albînîzmê yek ji sedemên korîtiyê ye. Nexweşiya Leber's Congenital Amaurosis jî dikare ditinê qels bike an jî mirovan kor bike/bihêle. Nexweşiyek din jî Sendroma Bardet-Biedl e.

Nexweşiyên zikmakî biguhêre

Hin nexweşî dikarin di zikê dê an jî di dema zayînê de jî çavan kor/qels bike. Yek ji wan mîrkutok e ku heke zarok di zikê dê de bi vê nexweşiyê bikeve çav xera dibin. Nexweşiyek din jî toksoplasmoz e.

Wekî din zûzayîn jî sedemek xerabûna çav e.

Jehrîbûn biguhêre

Hin jehr jî sedema korbûnê ye. Yek ji wan metanol e ku di alkola sexte de ye çav xera dike.

Dermanên bijîşkî biguhêre

Hin dermanên di bijîşkiyê de jî kêm caran dibe sedema korîtiyê. Ev derman ji hêla bijîşk ve li gorî rewşê tên bi kar anîn. Sedema korîtiyê gelek caran ne ji derman lê ji dozaja wê yê.

Korkirin biguhêre

Yek ji sedemên mezin jî kor kirin e. Korkirina ji bo ceza kirinê jî zêde ye. Amaneh Bahramî jineke îranî ye. Ji ber kezab avêtina ser rûyê wê kor ma[çavkanî hewce ye].

Çavkanî biguhêre