Konê Reş

Nivîskarê kurd

Konê Reş (Selmanê Osmanê Evdo) (jdb. 1953 li Qamişloyê), nivîskar û helbestvanê kurd e.

Konê Reş
Image dans Infobox.
Konê Reş (2013)
Jidayikbûn
Navê jidayikbûnê
Selmanê Osmanê Evdo
Pîşe
Xelat

Jiyan biguhêre

Di sala 1953an de li li gundê Doda ya Qamişloyê ji dayik bû.[2] Li Qamişlo û Hesekê bakaloriya standiye û gelek hewl dane xwe da xwendina bilind jî bidawî bîne, lê ew pê re neçûye serî, ta ko di Almanya ve derketiye.[3]

Ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe de ye û gelek dostaniyên wî bi rewşenbîrên kurdistanî re hene û di tev kovar, rojname û belavokên kurdî de beşdariya wî heye. Hem jî xwediyê kovara Gurzek Gul e, ew kovara ko di nav salên 1989 û 1992'an de li nav kurdên başûrê Kurdistanê dihate belav kirin.

Konê Reş ji ber xebatên xwe yên li ser çand, ziman û wêjeya kurdî Xelata Şerefnamê ya 2020an, ya ku ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ve tê dayîn, wergirtiye.[1][4]

Berhemên çapkirî biguhêre

  • Serpêhatiyên Mîran (1); Beyrût 1991
  • Mîr Celadet Bedir-Xan, bi Erebî; Şam 1992; bi Kurdî Stokholm 1997
  • Sîpan û Jîn (helbestên zarokan: 1); Beyrût 1993
  • Serhildana Sasonê: 1925-1936; Şam 1995
  • Şagirtê Bedirxan im (helbestên zarokan: 2); Beyrût 1996
  • Osman Sebrî: 1905-1993; Şam 1997
  • Xwedî û Berpirsiyarê kovara (Gurzek Gul) di navbera salên 1989-1992
  • Her weha xwediyê stoneke rojnemevanî bû bi navê (Hindik Rindik) di heft nameya (Peyman) de li Dihokê û bi dehan gotar, lêkolîn, pexşan û helbest di kovar û rojnameyên Kurdistanî belav kirin
  • Welato! Konê Reş; 1998; Beyrût, Libnan.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b "Xelata Şerefname ya 2020'an dan Konê Reş". diyarname.com. 22 kanûna pêşîn 2020. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ "Nivîskar Konê Reş Ser Rewşenbîrîya li Binxetê Dipeyîve". VOA. 14 sibat 2014. Ji orîjînalê di 21 kanûna pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 kanûna pêşîn 2020.
  3. ^ "Konê Reş". Ji orîjînalê di 28 tebax 2007 de hat arşîvkirin. {{cite web}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 28 îlon 2007 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
  4. ^ Editor, Rojevakurd (21 kanûna pêşîn 2020). "Xelata Şerefnamê ya 2020î Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Viyêna." Rojevakurd (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2020. {{cite web}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)

Girêdanên derve biguhêre