Kolik, Adiyeman

qezaya Adiyemanê

Kolik (bi tirkî: Kahta) yek ji navçeyên Semsûrê ye. Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 60.700 û bi tevî gundan jî 115.000 e. Rûerdê xwe 1.854 km² ye. Navçe 30 km li rojhilatê Semsûrê ye. 3 şaredarî, 4 nehiye, 84 gund û 115 mezre girêdayî navçeyê ne. Di sala 1954´î de bi Semsûrê ve hatiye girêdan. Li bakûre navçeyê girê navdar Nemrûd heye. Unesco yê ev gir kirîye nav lîsteya mîrasa cîhanê. Her sal bi hezaran mirov ji ciye cûda yê cihanê û bajarên din yê Tirkîye û Kurdîstanê ji bo temaşekirina rojhildanê, rojavayê û peykerên devasa tên bajêr.

Navçeya Kolikê
Kahta
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Adiyeman
Serbajar Kolik

Hejmara nahiyan 4 nahiye
Hejmara bajarokan 3 bajarok
Hejmara gundan 83 gund

Gelhe (2009) 116.749[1] kes
Rûerd 1.488[2] km2
Berbelavî 78,46 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2009) 61.243 kes
Koordînat 37°47′4″Bk 38°37′15″Rh / 37.78444°Bk 38.62083°Rh / 37.78444; 38.62083
Bilindayî 710 m
Koda postayê 02400
Koda telefonê (+90) 416
Kolik li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Kolik
Kolik
Kolik (Tirkiye)

Dîroka herêmê wekî ya Kurdistanê ye. Aborî piranî li ser çandiniyê ye. Çandiniya behîv, nîsk, ceh, genim, nok, pembo, lazût, kuncî, titûn tê kirin. Herwekî xwedîkirina ajalan û karê mêşhingivê jî heye. Li navçeyê fabrîka tekstîl û keramîk heye mixabin hilberîn kêm e û gelê herêmê xizan e. Li herêmê lêgerînên petrolê û çend jî bîrên petrolê hene. Gel gilîdar e ku li kargehên petrolê tenê Tirkên ku ji rojavayê Tirkiyê didin xebitandin. Ango Kurdan nadin xebitandin.

Navdarên Kolîkê biguhêre

Gundên Kolîkê biguhêre

Gundên Kolîkê yên navdar vana ne: Menzîl, Hecerî, Alût, Çiralîk, Hemzeyin, Bîheze, Beraziye, Markîk, Sîhake, Kûmîr, Alûtamîn, Terpal, Kilîsk, Keftîre (Kefîrme), Şamîk, Narînce, Çalçaviye, Qeraş, Zeytûn, Bîldiyan, Galaro, Salmût (va gundê Semsûrê), Momaciya, Kugalo û Mîlke.

Çavkanî biguhêre