Kohezyon (bi latînî: cohaerere, wateya wê li ber hev man e) hêza kişanê ya di navbera molekûlên hemcins de ye, jê re tê gotin.

Molekûlên zîbeq ji ber kohezyonê li ber hev dimînin. 

Kohezyon di madeyên req û şileyan de tê dîtin. Kohezyon di gazan de ji ber ku hêza kişanê pir biçûk e, tê îhmalkirin. 

Kohezyon di navbera barên pozîtîf û negatîfê van madeyan de çê dibe. Emrê van bendên ku di navbera barên pozîtîf û negatîfê de çêbûne, qasî trilyonekê saniyeyekê ye belam di navbera molekûlên cîran de her tim bendên nû çê dibin û ev jî nahêlê ku pêkhatî belav bibe.[1]

Wekî encama vê bûyerê jî di şilekan de kirjiya rûxarî diqewime.

Tesîra wê ya li ser riwekan biguhêre

Kohezyonê ku di encama bendên hîdrojenê de pêk tê, di riwekan de kişandina avê ya ber bi hêla dij ve gengaz dike. Av di riwekan de wexta ku di boriya ezingê(Ksîlem) de ji xwarê ber bi diyar ve tê birin, ji adezyon û kohezyonê sûdmend dibe.

Jê cuda binêrin biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Biyolojî Reece, Jane & Campbell, Neil Beşa 3