Kirdoxlî (bi tirkî: Türkoğlu) yek ji navçeyên Gurgumê ye. Bi qasî 160 sal berê wekî gundekî Kurdan avabûye. Di sala 1960 de bûye navçe û serokwezîrê Tirk ê ku hate îdamkirin Adnan Menderes navê Eloğlu (zarokê xelkê, biyaniyan) qedexekir û navê Türkoğlu (ango kurê Tirkan) pêve danî. Navê Êloxlî ji di dema İsmet İnönü de hatibû danîn û navê wê yî berê Kurdoxlî/Kirdoxlî hatibû qedexekirin. 22km dûrî bajarê Gurgumê ye. Firehiya erdê navçeyê 705km², bilindahî ji rûyê avê 500m ye. Gorî hejmartinên sala 2000 hejmara navendê 11.918 û bi giştî jî 61.396 e. Gelên herêmê pirranî Kurd in û mixabin di bin pêkutî û pişavtineke mezin de dijîn.

Kirdoxlî
Türkoğlu Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Navçeyên Tirkiyeyê, bajarok û Şaredarî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Türkoğlu Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kirdoxlî li ser nexşeyê
Map
Koordînat: 37°22′53.8″Bk 36°51′3.6″Rh / 37.381611°Bk 36.851000°Rh / 37.381611; 36.851000
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Qada rûerdê
 • Giştî600 km2 (200 sq mi)
Bilindahî
483 m (1585 ft)
Nifûs
73.770 (2018) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Malperwww.turkoglu.gov.tr/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre