Kildanî an jî kildaniyên katolîk navê civateke xiristiyan a aramî ye û şopînerên Dêra Katolîk a Kildanî ne, ku di dîrokê de girêdayî Dêra Rojhilatê bûne.[10]

Kildaniyên Katolîk
[1]ܟܲܠܕܵܝܵܐ ܩܲܬܘܿܠܝܼܩܵܝܵܐ
Gelhe tevahî
616,639 (2018)[2]
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
  Iraq241,471 (2016)[3]
  Tirkiye48,594 (2016)[4]
  Sûrî10,000 (2016)[5]
  Îran3,390 (2016)[6]
  DYA250,000 (2018)[7]
  Kanada31,372 (2016)[8]
  Awistriya17,172 (2016)[9]
Ziman
Aramiya nû
(suryanî, turoyo, aşûrî)
Baweriya dînî
Dêra Katolîk a Kildanî
Têkildarên komên etnîkî
Aramî
Aşûrî, Suryanî, Nestûrî

Kildanî, her çend wekî etnîkî ji suryanan tên hesibandin jî ji ber mezhebên xwe ji alîgirên Dêra Suryanî ya Rojhilatê cuda ne.[11][12] Di esasê de kildanî, suryanî û nestûrî/aşûrî her yekî girêdayî neteweya aramiyan e ku ji bawermendên monofîzîtan re suryanî, ji şopînerên Nestoriusî re nestûrî an jî aşûrî û ji nestûriyên ku piştre ketine şopa Dêra Katolîkê re jî kildanî tê gotin. Her wiha kildanî piranî li derûdora Nînewayê jiyane.[13] Kildanî û suryanî ji aliyê Qanûna Bingehîn a Iraqê ve wekî neteweyên ji hev cûda têne qebûlkirin.[14]

Piştî veqetîna 1552an a ji Dêra Rojhilatê, komek ji wê dêrê bi Dêra Katolîkê re ketin têkiliyê û bi vê têkiliyê civata katolîk a kildanî li Mezopotamyaya jorîn di sedsalên 16 û 17an de hate avakirin. Kildanî bi piranî li bakurê Iraqê, başûrê rojhilata Tirkiyeyê û bakurê Sûriyê dijiyan lê ji ber gelek sebeban ber bi welatên rojavayê koç kirine û îro li DYA, Kanadayê, Meksîkayê, Awistralyayê, li Swêd û Almanyayê dijîn. Her wiha niha li Libnanê, Misirê, Filistînê, Îsraêlê, Urdunê, Îranê, Tirkiye[15] û li Gurcistanê jî civatên kildaniyan hene. Sebebên herî dawî yên koçberiyê tade û zilmên etnîkî û dînî, şert û mercên aborî yên xirab û kêmbûna ewlehiyê ye piştî dagîriya Iraqê ya 2003an.[16]

Nasname û nav biguhêre

Şopînerên Dêra Katolîk a Kildanî her tim xwe wekî "Kildanî" bi nav dikin û lê belê mîna bawermendên Dêra Ortodoks a Suryanî, Dêra Katolîk a Suryanî, Dêra Rojhilat a Suryanî û Dêra Kevnar a Rojhilatê ku ew jî li Mezopotamya jorîn dijîn, ji zimanê xwe re dibêjin "suraye" (suryanî: ܣܘܪܝܐ). Gava ku civaka wan bi Vatîkanê re ketiye têkiliyê, Dêra Katolîk wan navê kildanî li bawermendên nû kiriye ku ji Nestûriyan cuda bin.[17] Bi vê jî nestûriyên ne aramî jî navê kildanî hildan[18][19][20] Wekî mînak Dêra Suryanî ya Kildanî a Hindistanê ku ne aramî ne, bi Dêra Aşûrî ya Rojhilatê re hevparê yekîtiyê ye.[21]

Di sala 1908an de, berî Seyfoyê û hilweşîna Împeratoriya Osmanî û avabûna dewletên nû li Rojhilata Navîn bi ya Ensîklopediya Katolîk "pirraniya nifûsa kildanî li bajarên Kerkûk, Hewlêr û Mûsilê, li geliyên Dîcle û Zapê û li çiyayên Kurdistanê" bi cih û war bûn.[22] Bi encama şerên navxweyî û serhildanên Rojhilata Navîn ve koçberiyeke mezin di herêmên kildaniyan de hat dîtin.[23][24]

Rêxistinên kurd bi gelemperî xiristiyanên herêmî wekî xiristiyanên kurd bi nav dikin. Hin aşûrî li bakurê Iraqê piştgirî dan çalakiyên leşkerî û polîtîkayên kurdan da ku "doza neteweperestiya aşûrî pêşve bibin" û xwestin ku "di nav civakên xiristiyanan de navlêkirinê kontrol bikin ku 'Aşûrî' wekî sernavek lêhatî ji bo hemû xiristiyanan bê bikaranîn[25] da ku pêwendiya gumanbar a gelên Aşûrî bi cîhana kevnar ava bibe û bi vê jî ji bo dewletek serbixwe bi motîvasyonekê hevpar tev bidin."[26] Lê tevgera Demokrat a Aşûrî (bi suryanî: ܘܥܐ ܕܝܡܘܩܪܛܝܐ ܐܬܘܪܝܐ) pêşniyaz kiriye ku nifûsa xiristiyanan wekî "Kildo-Suryanî" were binavkirin,[27] lê Dêra Kildanî piştgiriya xwe ji vê pêşnîyazê kişandiye.[28][29]

 
Ala[girêdan daimî miriye] Aşûrî
 
Ala[girêdan daimî miriye] Kildaniyan a ku bi taybetî ji wan re hatiye sêwirandin

Raphaelê Iem Bidawid, ji 1989an heta 2003an patrîkê Dêra Katolîk a Kildanî bû, wiha dibêje:

"Ez bixwe difikirim ku ev navên cihêreng tevliheviyê zêde dikin. Navê eslî yê Dêra me 'Dêra Rojhilat' bû… Gava ku beşek ji Dêra Rojhilat di Sedsala 17an de Katolîk bû, navê ku hat dayîn 'kildanî' bû. (...) Navê 'kildanî' etnîsîteyekê temsîl nake, tenê dêr e… Ez bi xwe, mezheba min Kildanî ye, lê ji hêla etnîkî ve, ez Aşûrî me."[30]

Berî ku bibe patrîkê kildanî, di hejmareke Star Aşûrî de (1972) hate gotin ku wî di hevpeyvînekê de gotiye:

"Berî ku ez bibim keşîş ez Aşûrî bûm, berî ku ez bibim metran ez Aşûrî bûm, ez îro, sibe, her û her Aşûrî me û ez pê serbilind im. " [31]

Di 2008an de, cîgirê wî Emmanuelê IIIem Delly di hevpeyvîneke xwe de wiha gotiye:

"Ez dixwazim bêjim ku em kildanî, aşûrî û suryanî yek gel in ku wekî gelê aramî tê zanîn. Bila Iraq bi hemû komên xwe yên etnîkî, ereb, kurd, aramî, êzdî, mandaî û şebek re jiyana xwe bidomîne."[32]

Dîrok û reh biguhêre

Civata Kildanî ji bawermendên Dêra Rojhilatê veqetiyane ku di sedsalên 16 û 17an de bi Dêra Katolîk a Romayê re ketine têkiliyê.[33][34] Civat piştî veqetîna sala 1552an derketiye meydanê.[35] Ev nestûriyên ku bûne katolîk û navê kildanî Roman Curia û Papa Eugeniusê IV. (1431-1447) daye wan. Sebeba dana vê navê ev e ku bi ya katolîkan nestûriyan heretîk/rêşaş in û divê katolîkên ji nav nestûriyan derketine navekî din hildin. Nav di Peymana kevn a Pirtûka Pîroz a xiristiyanan de wekî navekî etnîkî derbas dibe.[36] Ev nav ji navê hêrêma Keldanê tê û tê maneya "ji Keldanê".[37][38] Keldan (Chaldae) peyveke erebî ye, di erdnîgariya îro dikeve herî başûrê Mezopotamyayê û Kuweytê jî dihewîne nav xwe. Berî vê wateya nû, ev nav ji bo Dêra Rojhilat hatibû bikaranîn ku ev dêr biryarên Konsula Efesê (431) red kiribû.[39] Lê berî van nestûriyan, çend nestûriyên Kîprosê jî îmana xwe bi baweriya katolîkê anîbûn û di 1445an de ji wan re jî ev nav hatibû lêkirin, lê têkiliya wan û van katolîkên nû yên aramî bi hev tune bûye.[40] Her wiha Papa Eugeniusê IV. patrîkiyên kildaniyan wekî Patrîkiya Babîlê pîroz kiriye.[41]

Avakerê vê dêra nû Yuhanna Sulaka bûye û Juliusê IIIem (1550-1555) wî qebûl kiriye[42] û wî bi navê Şimon VIIIem patrîk îlan kiriye. 12 çiriya paşîn 1553an de hatiye Amedê, siltanê Osmaniyan ew wekî serê kildaniyan nas kiriye û berat daye wî û di 1555an de hatiye kuştin.[43] Kildaniyên katolîk cara pêşîn dêra xwe li Amedê ava kirine û bûye reqîba Dêra Nestûrî ya ku navenda wê nêzî Elkîşê li Rabban Hormizdê bû.[40] Di paşerojê de herêma Nenewayê ji aliyê mezhebî ve bûye pevçûnên nestûrî û kildaniyan. Piştî Sulakayî, navenda patrîktiyê di serdemên Abdişo Marûnê IVem û Mar Yabalaha IVem de bûye Sêrt û piştî wan jî navenda patrîkiyê li nav Ûrmiye û Salamasê çûye û hatiye. Di nav demê de li Amed û Rabban Hormizdê du patrîkiyên Babîlonyayê hebûn. Heta 1828ê ev duserî dewam kiriye. Lê di vê tarîxê de papa patrîkiya Amedê îlga dike û patrîkiya din jî datîne bajarê Mûsilê. Di 1947an de bi patrîkiya Yûsufê VIIem ê Ganimayî ve navenda patîkiya katolîkên kildanî li Bexdayê bi cih bûye.[43]

 
Berî Şerê Cîhanê yê Yekem, netewe û civatên Rojhilata Navîn. Keskê tarî (5): Ermenî Keskê tîr (6): Aşûrî (Nestûrî) Keskê tenik (7): Kildanî Keskê avî (8): Yaqûbî [Suryanî] Zerên tenik û tîr (9): Kurd

Kildaniyên Babîlê biguhêre

Ne berî û ne jî piştî sedsala 15an gotina "kildanî" civateke etnîkî nîşan nedida. Kaldeyî (eşîrên Kaldeyê) û navê wan di sedsala 9an a BZ de derket meydanê, ew ji herêma Levantê derketin û koçkirin derûdorên Mezopotamyayê û li Babîlê/Babîlonyayê hikumranî kirin û di dora sedsala 6an a BZ de ji meydanê rabûn.[44] Ev kildaniyan di dema Nebukadnezzarî (BZ 605-562) de du caran Orşelîmê xera kirine.[45] Lewma, têgehên Babîlî/Babîlonî û Kildanî pir caran di çavkaniyên kevnar de li şûna hev hatine bikaranîn. Kildanî bi tevkariyên xwe yên stêrnasiyê di tevahiya dîrokê de navdar in. Wan bawer dikir ku paşeroja mirovan di ezmanê geş de ji berê de hatibû nivîsandin û çarenûsa hemû mirovatî girêdayî tevger û guherîna stêran e. Ev bawerî wan kiriye pisporên stêrnasiyê.[46]

Ev nav ji aliyê xiristiyanan ve ji bo binavkirina herêma dîrokî hatiye bikaranîn a ku şêniyên wê derê bi zimanê suryanî dipeyiviyan ku ev ziman jî guhertoyeke zimanê încîlê, aramiyê ye.[47][48][49][50] Di 1852an de George Percy Badger gotiye ku kildanî ji nestûriyan ji aliyê dînî ve cihê ne, lê her du civat jî bi heman zimên dipeyivin.[51]

Sedsala 20an biguhêre

Bi ya rapora CIA ya 1950an, hejmara kildaniyan li Iraqê 98,000 kes bûn û di nav kêmaniyên xiristiyanan de ya herî mezin ew in. Bi ya heman raporê li Iraqê 30,000 nestûrî, 25,000 katolîkên suryanî û 12,000 suryaniyên ortodoks hene.[52]

Sedsala 21an biguhêre

Di 2019an de, Komîsyona Dewletên Yekbûyî ya Azadiyên Dînî yên Navneteweyî ragihandiye ku bi ya Weqfa Xiristiyanên Iraqê nêzîkî ji % 80ê xiristiyanên Iraqê girêdayî Dêra Katolîk a Kildanî ne.[53] Bi ya rapora azadiyên dînî ya Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî a 2018an di nav xiristiyanên Iraqê de para katolîkên kildanî ji % 67 e.[54] Di 2019an de Ofîsa Piştgiriya Penaberiya Ewropî (European Asylum Support Office) heman rêjeyê dide.[55]

Bi ya texmînên Dêra Katolîk, li herêmên metraniyê ya Iraqê hejmarên kildaniyan ev in: 150,000 kes li Bexdayê (2015),[56] 30,000 kes li Hewlêrê (2012),[57] 22,300 kes li Elkîşê (2012 ), [58] 18,800 kes li Amedî û Zaxoyê (2015),[59] 14,100 kes li Mûsilê (2013),[60] 7,831 kes li Kerkûkê (2013),[61] 1,372 kes li Akrêyê (2012), [62] 800 kes li Besreyê ne (2015).[63]

Gelhe biguhêre

Bi ya Annuario Pontificio ya 2016an li tevahiya cîhanê 640,828 kes şopînerên Dêra Katolîk a Kildanî bûn.[64]

Iraq biguhêre

Gelê kildanî di madeya 125an a Qanûna Bingehîn a Iraqê de wekî neteweyek ji tirkmen û suryaniyan cuda tê nasîn.[65]

Civata katolîk a kildanî li Iraqê û li Herêma Kurdistanê li Elkîşê, Enkawayê, li Araden û Baqofahê, li Batnaya û Karamlesê, li Mangeş û Şeqlaweyê, li Tesqopa û Tel Keppeyê, û li Zaxoyê şênî ne.

Dêra Katolîk a Kildanî dêra herî mezin a Iraqê ye.[66] Mezhebên din ên xirisyiyan ên Iraqê ev in: Dêra Suryanî ya Rojhilat û Dêra Kevnar a Rojhilat (ku her du jî ji Dêra Rojhilat a dîrokî veqetiyane û niha hejmara civata wan ji Dêra Katolîk a Kildaniyê kêm in)[67], Dêra Ortodoks a Suryanî û Dêra Katolîk a Suryanî.[68]

Sûri, Tirkiye û Îran biguhêre

 
Dêra Marpetyun a keldaniyan a Amêdê.

Li Sûriyê katolîkên kildanî 10.000 in; li Tirkiyeyê 48.5940 û li Îranê 3.390 kes in.[69] Li Tirkiyeyê wekî şênî li Şirnexê (navê gundan ev in: Geznex (Cevizağacı), Hozi (Ayrım), Mehri/Meer (Kovankaya), İşşi (Onbudak), Bazyan/Baznaye (Doğan), Hassana (Kösreli), Bêspin (Görümlü) û Herbul (Aksu)) û li Perwariyê (li gundê Hertevin/Hertiv (Ekindüzü)) dijîn[70]. Kildaniyên ku bûne protestan ji ên din kêm bin jî li Stembolê dijîn.[71]

Diyaspora biguhêre

Li başûrê rojhilata Michiganê civateke katolîk a kildanî heye ku 113,000 kes in. Ev mezintirîn civaka dîaspora ya katolîk a kildanî ya li derveyî Iraqê ye. Ev civat bi zimanên erebî an jî aramî diaxivin.[72]

Hejmarek kêm ji malbatên katolîk ên kildanî li Îsraêl û Filistînê dijîn. Patrîkên kildaniyan carinan wan ji xaniya partîkên kildaniyan ên Orşelîmê bi rê ve biriye.[73]

Rêxistin biguhêre

  • Chaldean Democratic Party (Partiya demokratîk a Kildanî) li Iraqê
  • Chaldean Syriac Assyrian Popular Council (Konseya Gel a Suryanî Kildanî Aşûrî), li Iraqê

Mirovên navdar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "ܣܝܡܝܕܐ ܕܬܠܬܐ ܟܗܢܐ ܓܘ ܡܕܝܢܿܬܐ ܕܥܢܟܒ̣ܐ ܕܐܪܩ, https://urmi.org/syriac/threepriests.htm Girêdana arşîvê 2020-11-11 li ser Wayback Machine" (bi suryanî).
  2. ^ Eastern Catholic Churches Worldwide 2018, https://www.usccb.org/issues-and-action/cultural-diversity/asian-pacific-islander/demographics/upload/Eastern-Catholic-Churches-Worldwide-2018-Pie-Chart.pdf
  3. ^ "The Eastern Catholic Churches 2016. Source: Annuario Pontificio" (PDF). CNEWA. 2016. pp. 3–4."
  4. ^ "The Eastern Catholic Churches 2016. Source: Annuario Pontificio" (PDF). CNEWA. 2016. pp. 3–4."
  5. ^ "The Eastern Catholic Churches 2016. Source: Annuario Pontificio" (PDF). CNEWA. 2016. pp. 3–4."
  6. ^ "The Eastern Catholic Churches 2016. Source: Annuario Pontificio" (PDF). CNEWA. 2016. pp. 3–4."
  7. ^ Eastern Catholic Churches in the United States 2018
  8. ^ Eastern Catholic Churches in the United States 2018
  9. ^ Eastern Catholic Churches in the United States 2018
  10. ^ "Who are the Chaldean Christians?". BBC News. 13 adar 2008. Roja gihiştinê 26 adar 2010.
  11. ^ Yasmeen Hanoosh. The Chaldeans: Politics and Identity in Iraq and the American Diaspora. Bloomsbury Publishing; 30 May 2019. ISBN 978-1-78673-600-0. pp. 41, 91 et passim.
  12. ^ Nadia Jones-Gailani. Transnational Identity and Memory Making in the Lives of Iraqi Women. University of Toronto Press; 20 August 2020. ISBN 978-1-4875-0316-1. p. 50.
  13. ^ Kadir, Albayrak (02.11.2020). "TDV Islam Ansiklopedisi, Keldânîler Maddesi". https://islamansiklopedisi.org.tr/keldaniler. Roja gihiştinê 02.11.2020. {{cite web}}: Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî); Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  14. ^ "Iraq's Constitution of 2005, article 125" (PDF). Roja gihiştinê 10 îlon 2020.
  15. ^ Farqîn, Xecîcan (26 Diwazde 2017). "Mesihîyên Suryanî û Keldanî li Amedê Cejna Noel Pîroz Kir". www.dengeamerika.com. Roja gihiştinê 02.20.2020. {{cite news}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  16. ^ "Endama Demokrata Kongresa Amerîkî Anna Eshoo li ser paşeroja kêmanîyên olî li Iraqê axift". www.dengeamerika.com. 27 Heft 2009. Roja gihiştinê 02.10.2020. {{cite news}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  17. ^ Michael Angold; Frances Margaret Young; K. Scott Bowie (17 tebax 2006). The Cambridge History of Christianity: Volume 5, Eastern Christianity. Cambridge University Press. r. 527. ISBN 978-0-521-81113-2.
  18. ^ "Council of Basel-Ferrara-Florence, 1431-49 A.D.
  19. ^ Wilhelm Braun, Dietmar W. Winkler, The Church of the East: A Concise History (RoutledgeCurzon 2003), p. 112[girêdan daimî miriye]
  20. ^ Kadir, Albayrak (02.11.2020). "TDV Islam Ansiklopedisi, Keldânîler Maddesi". https://islamansiklopedisi.org.tr/keldaniler. Roja gihiştinê 02.11.2020. {{cite web}}: Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî); Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  21. ^ "CHURCH OF THE EAST – INDIA". churchoftheeastindia.org. Ji orîjînalê di 9 nîsan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2020.
  22. ^ Jérôme Labourt, "Chaldean Christians" in The Catholic Encyclopedia (New York 1908). Retrieved 6 September 2020.
  23. ^ Yasmeen Hanoosh. The Chaldeans: Politics and Identity in Iraq and the American Diaspora. Bloomsbury Publishing; 30 May 2019. ISBN 978-1-78672-596-7. p. 149 et passim.
  24. ^ Richard T. Schaefer. Encyclopedia of Race, Ethnicity, and Society. SAGE; 20 March 2008. ISBN 978-1-4129-2694-2. p. 160.
  25. ^ F. Christian Girling, The Chaldean Catholic Church: A study in modern history, ecclesiology and church-state relations (2003–2013) (Heythrop College, University of London 2015), pp. 122–123
  26. ^ Haninke, Augin (2011-11-25). "Assyrians Don't Want to Be a Part of a Part of Iraq". www.aina.org. Roja gihiştinê 02.10.2020. {{cite news}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= (alîkarî)
  27. ^ Karl R. DeRouen; Paul Bellamy (2008). International Security and the United States: An Encyclopedia. Greenwood Publishing Group. r. 366. ISBN 978-0-275-99254-5.
  28. ^ Gregory J. Kruczek, "Christian Minorities and the Struggle for Nineveh: The Assyrian Democratic Movement and the Nineveh Plains Protection Units" p. 81
  29. ^ Girling, The Chaldean Church (205), p. 148]
  30. ^ Parpola, Simo (2004). "National and Ethnic Identity in the Neo-Assyrian Empire and Assyrian Identity in Post-Empire Times" (PDF). Journal of Assyrian Academic Studies. JAAS. 18 (2): 22. Ji orîjînalê (PDF) di 17 tîrmeh 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 îlon 2014.
  31. ^ Mar Raphael J Bidawid. The Assyrian Star. September–October, 1974:5.
  32. ^ "Patriarch Emmanuel Delly of the Chaldean Church of Babylon in Iraq affirms the Aramean origin of the Iraqi Christians". Access-date=7 September 2020
  33. ^ Berg 2009.
  34. ^ Wilhelm Baum; Dietmar W. Winkler (8 kanûna pêşîn 2003). The Church of the East: A Concise History. Routledge. rr. 119–. ISBN 978-1-134-43019-2.
  35. ^ George V. Yana (Bebla) (2000). "Myth vs. Reality". JAA Studies. XIV (1).
  36. ^ Albayrak, Kadir (2006). "Türkiye ve Dünyada Keldaniler ve Keldani Kilisesi". Demokrasi Platformu. 2/7 (2006): 184.
  37. ^ Becker.
  38. ^ Coakley, J. F. (2011). Brock, Sebastian P.; Butts, Aaron M.; Kiraz, George A.; van Rompay, Lucas (edîtor). Chaldeans. Piscataway, NJ: Gorgias Press. r. 93. ISBN 978-1-59333-714-8. {{cite book}}: |xebat= tê tine hesibandin (alîkarî)
  39. ^ Wilhelm Braun, Dietmar W. Winkler, The Church of the East: A Concise History (RoutledgeCurzon 2003), p. 83
  40. ^ a b Kahraman, Huseyin (2018). Osmanlıdan Günümüze DİYARBAKIR. Ensar Neşriyat. r. 631. ISBN 978-605-2174-84-5.
  41. ^ Coakley, J. F. (2011). “Chaldeans”, Gorgias Encyclopedic Dictionary of the Syriac Heritage. New Jersey: Sebastian P. Brock. r. 93.
  42. ^ Vine, Aubrey Russel (1937). he Nestorian Churches: A Concise History of Nestorian Christianity in Asia from the Persian Schism to the Modern Assyrian. London. rr. 173.{{cite book}}: CS1 maint: location missing publisher (lînk)
  43. ^ a b Kadir, Albayrak (02.11.2020). "TDV Islam Ansiklopedisi, Keldânîler Maddesi". https://islamansiklopedisi.org.tr/keldaniler. Roja gihiştinê 02.11.2020. {{cite web}}: Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî); Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  44. ^ Travis 2010.
  45. ^ Kadir, Albayrak (02.11.2020). "TDV Islam Ansiklopedisi, Keldânîler Maddesi". https://islamansiklopedisi.org.tr/keldaniler. Roja gihiştinê 02.11.2020. {{cite web}}: Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî); Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)
  46. ^ Albayrak, K. (1997). Keldanîler ve Nasturîler. Vadi Yayınlari.
  47. ^ Edmon Louis Gallagher (23 adar 2012). Hebrew Scripture in Patristic Biblical Theory: Canon, Language, Text. BRILL. rr. 123, 124, 126, 127, 139. ISBN 978-90-04-22802-3.
  48. ^ Julius Fürst (1867). A Hebrew and Chaldee Lexicon to the Old Testament: With an Introduction Giving a Short History of Hebrew Lexicography. Tauchnitz.
  49. ^ Wilhelm Gesenius; Samuel Prideaux Tregelles (1859). Gesenius's Hebrew and Chaldee Lexicon to the Old Testament Scriptures. Bagster.
  50. ^ Benjamin Davies (1876). A Compendious and Complete Hebrew and Chaldee Lexicon to the Old Testament, Chiefly Founded on the Works of Gesenius and Fürst ... A. Cohn.
  51. ^ George Percy Badger (1852). The Nestorians and Their Rituals: With the Narrative of a Mission to Mesopotamia and Coordistan in 1842-1844, and of a Late Visit to Those Countries in 1850: Also, Researches Into the Present Condition of the Syrian Jacobites, Papal Syrians, and Chaldeans, and an Inquiry Into the Religious Tenets of the Yezeedees. Joseph Masters.
  52. ^ "National Intelligence Survey: Iraq: Section 43" (PDF). CIA. Ji orîjînalê (PDF) di 10 sibat 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2020.
  53. ^ Brief Summary on Iraqi Christians
  54. ^ Iraq 2018 International Religious Freedom Report, p. 3
  55. ^ "European Asylum Support Office: Country Guidance - Iraq (June 2019), p. 70" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 30 kanûna pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2020.
  56. ^ "Baghdad (Chaldean Archdiocese) [Catholic-Hierarchy]". catholic-hierarchy.org.
  57. ^ "Arbil {Erbil} (Chaldean Archeparchy) [Catholic-Hierarchy]". catholic-hierarchy.org.
  58. ^ "Alquoch (Chaldean Diocese) [Catholic-Hierarchy]". catholic-hierarchy.org.
  59. ^ "Amadiyah and Zakho (Chaldean Diocese) [Catholic-Hierarchy]". catholic-hierarchy.org.
  60. ^ "Mossul (Chaldean Archeparchy) [Catholic-Hierarchy]". catholic-hierarchy.org.
  61. ^ "Kerkūk (Chaldean Archdiocese) [Catholic-Hierarchy]". catholic-hierarchy.org.
  62. ^ "Aqrā {Akra} (Chaldean Diocese) [Catholic-Hierarchy]". catholic-hierarchy.org.
  63. ^ "Bassorah {Basra} (Chaldean Archeparchy) [Catholic-Hierarchy]". catholic-hierarchy.org.
  64. ^ "Who are the Chaldean Christians?". BBC News. 13 adar 2008. Roja gihiştinê 26 adar 2010.
  65. ^ "Iraq's Constitution of 2005, article 125" (PDF). Roja gihiştinê 10 îlon 2020.
  66. ^ "Who are the Chaldean Christians?". BBC News. 13 adar 2008. Roja gihiştinê 26 adar 2010.
  67. ^ In its 2018 Report on Religious Freedom, the U.S. Department of State put the Chaldean Catholics at approximately 67% of the Christians in Iraq (Iraq 2018 International Religious Freedom Report, p. 3). The 2019 Country Guidance on Iraq of the European Asylum Support Office gives the same information as the U.S. Department of State (European Asylum Support Office: Country Guidance - Iraq (June 2019), p. 70 Girêdana arşîvê 2020-12-30 li ser Wayback Machine). Note that the Chaldean numbers are compared not only to the other two churches originating from the Church of the East but also to those of West Syriac tradition.
  68. ^ Kristian Girling, "'To live within Islam': The Chaldean Catholic Church in Modern Iraq, 1958–2003" in Charlotte Methuen, Andrew Spicer, John Wolffe (editors), Christianity and Religious Plurality (The Ecclesiastical History Society 2015), p. 370
  69. ^ "Who are the Chaldean Christians?". BBC News. 13 adar 2008. Roja gihiştinê 26 adar 2010.
  70. ^ Ertaş, Kasım (Mart 2019). "Tarihsel ve Kültürel Boyutlarıyla Şırnak Bölgesindeki Keldaniler ve Müslümanlarla Münasebetleri" (PDF). The Journal of Academic Social Science. 89: 150–184. {{cite journal}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  71. ^ Andrews, Peter Alford (1989). Ethnic Groups in the Republic of Turkey. Weisbaden. r. 232.{{cite book}}: CS1 maint: location missing publisher (lînk)
  72. ^ "Who are the Chaldean Christians?". BBC News. 13 adar 2008. Roja gihiştinê 26 adar 2010.
  73. ^ Eldar, Yishai. "Focus on Israel: The Christian Communities of Israel". Israeli Ministry of Foreign Affairs. Roja gihiştinê 25 tebax 2020. The Chaldean Catholic Church is a uniate descendant of the ancient (Assyrian) Apostolic Church of the East (sometimes called Nestorian). Its members still preserve the use of Syriac (Eastern Aramaic) as their liturgical language. It was established in 1551, and its patriarch is resident in Baghdad. The community in the Holy Land numbers no more than a few families; even so, the Chaldean Catholic Church retains the status of a "recognized" religious community. Since 1903, the Chaldeans have been represented in Jerusalem by a non-resident patriarchal vicar.
  74. ^ "Minority Rights Group International : Iraq : Chaldeans". minorityrights.org. Ji orîjînalê di 4 tîrmeh 2014 de hat arşîvkirin.
  75. ^ Nemrod Simono, Paul Bedjan Biography, Tehran, 1984
  76. ^ Brown, Lauretta (10 îlon 2015). "Bipartisan Resolution Introduced: Persecution of Mideast Christians is 'Genocide'". CNS News. Roja gihiştinê 20 tebax 2020. Eshoo is a Chaldean Catholic and first generation American, with an Armenian mother and Assyrian Christian father from Iraq.
  77. ^ "Trump Nominates First Chaldean Assyrian for Federal Bench". 13 adar 2020. Roja gihiştinê 20 tebax 2020.
  78. ^ "Assyriska and What It Means to a Proud Community". 15 sibat 2016. Ji orîjînalê di 4 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 tebax 2020. Being the only Assyrian/Chaldean player on the team, I am playing for the whole country but always making our culture proud.
  79. ^ Huang, Michael (19 îlon 2014). "Meet Randa Markos, the Assyrian Refugee-Turned-UFC Fighter". Roja gihiştinê 19 tebax 2020. As a Chaldean (Iraqi Christian) family, Markos' upbringing remained traditional and strict. So she told her family she played volleyball instead, then she went off every day and grappled with the boys.
  80. ^ https://www.crainsdetroit.com/article/20180615/news/663671/dr-monas-new-book-tells-how-tide-turned-on-state-in-flint-water-crisis