Kila ron, rîmel, mesqere, berhemeke kozmetîkê ye, bo nexşandina bijang û kêlîçan e.

Kila ron
  • Product category Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bijangan rep dike, formê dide wê. Dema li bijangan bidin, bijang dirêjtirîn dixuyên, dîtbar dibin.

Di sedsala 19em de ji aliyê damezîrênerê fîrmaya Rimmelê Eugene Rimmel ve hatiye deranderîn. Di gelek zimanan de bi paşnava Rimmel tê binavkirin. Bêjeya mesqere jî ji îtalî ye, tê wateya rûpoşê. Mesqereyên îro tên bikaranîn ji aliyê T.L. Williams ve di sala 1913yê de hatiye çêkirin.

Ji şemayê (şima) ye. Berê toza komirê û vazelîn tevlîhev dikirin, mesqereyên xwe wisa çêdikirin. Fîrmaya Williams a bi navê Maybelline, yekem car firotina mesqereyên îro jî tên bikaranîn kiriye.

Sala 1957ê de di warê hilberîna rîmelê de şoreşek pêk tê. Helena Rubinstein şivik û tûpa rîmelê ya îro heye derdixe bazarê.

Dikare ziyanê bide biguhêre

Heger rîmel bi baldarî û gorî norman neyê bikaranîn dikare ziyanê bide çav, çerm û laşê mirov. Gelek kesan şivika rîmelê di çavên xwe re kirine. Di rewşeke wiha de divê çav bi lezgînî bê şûştin û mirov alîkariya bijîşk bixwaze.

Hin nexweşiyên dibe ku bingeha xwe ji bikaranîna rîmelê bigirin biguhêre

  • Madaroz - weşîna bijangan.
  • Trîxiaz - di gihana bijangan de pirsgirêk, an pirr mezin dibin û zû digihên, an jî forma gihanê xirab dibe.

Çavkanî biguhêre