Kendal Nezan

fizîknasê kurd

Kendal Nezan, di sala 1949an de li bajarokê Farqînê (Silîva) yê li ser Diyarbekirê ji diya xwe bûye. Xwendina xwe ya seretayî, ya navîn û amadeyî (lîse) li Farqînê û li Amedê temam kiriye.

Kendal Nezan
Kendal Nezan
Navê rastî
Kendal Nezan
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1949an(1949-01-01) (75 salî)
EsilKurd
PîşeFizîknasê nukleer
XebatYek ji damezirînerên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û serokê Enstituyê
biguhêreBelge

Piştî wê du sala li Fakulteya Bijişkiyê ya Enqerê xwendiye. Paşê, ji bo fizîka nukleer bixwîne diçe Fransayê. Li Zanîngeha Paris-Orsayê salekê maîtrise (master-1) dike, piştî wê disa salekê DEA (Master-2) di warê fizîka reaktoran de, li Enstîtuya Zanistên Teknîk ên Atomî ya Saclayê, li Parîsê dike. Di encamê de têza xwe ya doktorayê li ser fizîka atomî dike û weke lêkolîner li CNRS (Navenda Neteweyî ya Lêkolînên Zanistî) û Koleja Fransayê dest bi kar dike.

Li gel xwendina xwe û çalakiyên xwe yên pîşeyî, Kendal Nezan pir zû li riyên paraztina doza kurdî jî geriya. Gava ku xwendekar bû, Yekîtiya Xwendekarên Kurd ên Fransayê û paşê jî Mala Kurdan ava kir, kovarên bi zimanê kurdî yên weke Ronahî û Azadî belav kir. Di 1974an de, di gel gelek ronakbîrên fransî yên weke Jean-Paul Sartre, Simone de Beauvoir, Maxime Rodinson, Pierre Vidal-Naquet, Edgar Morin, Bernard Dorin û Gérard Chaliand beşdarî avakirina Komeleya France-Kurdistan bû. Vê komele, bi weşanên xwe û beşdariya di medyayên fransî de, di warê danasîna gelê kurd de li Fransayê roleke serekî lîst.

Di sibata 1983an de, li gel bi dehan ronakbîr û hunermendên kurd ên li sirgûnê yên weke ronakbîr û diplomatê navdar Mîr Kamiran Bedirxan, hunermendê sînema, derhêner û senarîst Yilmaz Güney, ku xelata Darqespa zêrîn a festivala Cannesê ya 1982yan wergirt, şairê mezin Cegerxwîn û hwd Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ava kir. Paşê, di 1993yan de, Enstîtuya navborî ji alî hikûmeta Fransayê ya wê demê ve weke Weqfeke di xizmeta gel de hate nasîn.

Kendal Nezan, di dema hikûmeta Michel Rocard de bû endamê Konseya neteweyî ya zimanên herêmî û kemayetiyan, ku serokwezîr bi xwe serokayetiya wê dikir.

Di 2008an de, televizyona Kurd1 a ku bi kurdî li Parîsê ji bo Diyasporaya kurdan û Kurdistanê bi riya satelîtê weşana xwe dikir ava kir û pênc salan birêveberiya wê kir. Di gel Ebdurehman Qasimlo, Îsmet Şerîf Wanlî û Gérard Chaliand hev nivîskarê pirtûka Les Kurdes et le Kurdistan ("Kurd û Kurdistan") e, ku li ser tarîxa kurdan hatiye nivîsîn û di 1978an de di nav weşanên Maspero de derket û li gelek zimanan hate wergerandin. Bi birêveberiya wî, di 2017an de ferhenga mezin a kurdî-fransî ku 85.000 peyv tê de hene çap bû.

Gelek maqaleyên Kendal Nezan di rojnameyên navneteweyî û fransî yên weke Le Monde, Libération, Le Monde Diplomatique û hwd. de belav bûne. Wî her wiha xelata Danielle Mitterrand a ku ji alî Weqfa France Libertés ve tê dayin di 2015an de wergirtiye.

Çavkanî biguhêre

  • Wergêr ji Wîkîpediya Fransî.