Kemançe (komstêr)

komstêra di nîvkada asîmanî ya bakur de

Kemançe komstêreka di nîvkada bakura ezmên de ye. Ew komstêreka biçûk e, lê ji ber ku stêra Vega têde ye dîtina wê di şevên havînê û payîzê hêsan e. Stêra Vega ji nêrevana bakur şûnde duyem geştirîn stêra di nîvkada bakur de û pêncem geştirîn stêra di ezmana şev de ye. Di navbera stêra şîlyaq (Beta Kemançe) û Sûlefat (γ Kemançe) de yek ji cismên Messier Nebûloza Xelekê(M57) heye.

Stêra Vega, geştirîn stêra komstêrê, Deneb, ya di komstêra de û Teyr, ya di komstêra Qertel de ve Sêgoşeya havînê pêk tîne.

Dîrok biguhêre

Ew yek ji 48 komstêrên Batlamyûs qalê kirî ye. Ew di demên kevin de wek çûkan, bi pirranî wek Qertelî cilê, dihat neqş kirin. Ew Qû û Qertelê ve di mîtolojiya Yewnanî de wek çûkên Stymphalian dihatin nav kirin.

Di stêrnasiya Erebî de wek Qertela li nêçîra xwe dipiçike (el-nesr el-waqî) dihat bi nav kirin. Stêra Vega jî navê xwe ji vê navkirinê helgirtiye.

Stêrên binavkirî
Nav Qedra Zahîrî Dûrî
(Salên Roniyê)
  Vega       0.03      25.3
  Sûlefat       3.24      635
  Şîlyaq       3.25-4.36      882
  Elezfar       4.43      1042