Ali Kemal Sunal (z. 11ê çiriya paşîn 1944 li Küçükpazar, Stembol, Tirkiye − m. 3ê tîrmehê 2000 li Stembol) yek ji aktorên sînemayê yên Tirkiyeyê ye.

Kemal Sunal
Jidayikbûn11 çiriya paşîn 1944 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin3 tîrmeh 2000 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Stembol Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêMirina masûlkeyên dil li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêGoristana Zincirlikuyuyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
  • Lîstikvana/ê şanoyê
  • lîstikvana/ê fîlman li ser wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Golden Orange Life Achievement Award
  • International Antalya Film Festival Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

. Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî, Vefa Lisesi, bi lîstika şanoyê "Zoraki Takip - Şopandina bi zorê" dest bi jiyana xwe ya aktoriyê dike. Di şanoya Devekuşu Kabare Tiyatrosu de dixebite û di sala 1973an de dest bi sînemayê dike.

Di sala 1974an de dizewice û du zarokên wî çêdibin. Di 1995an de Zanîngeha Marmarayê fakûlteya çapkirin-weşan, beşa radyo, têlevîzyon û sînemê bi dawî dike. Bi giştî di 82 fîlman de rol digire. Karakterên nû di komediya Tirkiyê de vedike û bi serkeftî wan pêşkêş dike. Di jiyana xwe ya taybetî de gelek cidî tev digere. Di hîç bernameyeke TVan de cih nagire û hevpeyvîn çênake. Di nav gel de piranî bi navê Înek Şaban ("Şabanê Çêlek") tê naskirin.

Ew bi mirina masûlkeyên dil jiyana xwe ji dest dide.

Fîlmnîgarî biguhêre

Çavkanî biguhêre