Keleha Cizîrê

(Ji Kela Cizîrê hat beralîkirin)

Keleha Cizîrê yek ji cihên dîrokî û kevnar ên Cizîrê ye.

Keleha Cizîrê
  • Cihê turîstîk
  • keleh
  • citadel Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
37°19′44″Bk 42°11′34″Rh / 37.32891°Bk 42.19278°Rh / 37.32891; 42.19278
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Keleha Cizîrê û Birca Belek, di sala 2009'an de.
Kelheya Cizîra Botan di sala 1908'an de. Li aliyê rastê Birca Belek jî tê dîtin.

Li bakûrê Cizîrê li ber ava Dicle ye. Ev kelha xwediyê şatoyeke mezin, di dema Gudîyan de hatiye avakirin, piştî wan di demê Aşûrîyan de ji nû ve hatiye tamîrkirin. Salên pêşî yê îslamiyetê de hindek tamîrat lê hatine kirin û di demê Ebasîyan de jî ciyên xirab boyîn ji aliyê Emerê kurê Ebdilezîz ve hatîne tamîr kirin. Hindek ji vê kehlê bi sê qetî, hindek jî bi du qetî hatiye ava kirin. Tevayê kelhê di demê tekûziya xwe de 365 ode bo.

Ji mîrên Cizîrê Emîr Seyfedînê kurê Izedînê kurê Seyfedîn, li ser navê xwe di nava kelehê de Medreseya Seyfiye da avakirin. Di demê îro de mizgefta wê medresê li ser piya ye dîwarên wê saxlem in, bes serbanê wê hatiye xwarê, lê belê mixabin medrese bi tevayî hilweşaye. Di navbeyna Medreseya Seyfiye û Birca Belek de cihek bilind û bervekirî hebo, ji wî cihî re Şaneşîn dihat gotin. Di nava kelehê de ji bilî wan tiştê me gotîn hemam jî hatibî avakirin. Ava kelehê bi boriyên kûzîn ji Cehfer Sadiq hatibû kişandin.

Di nava kelehê de zîndanek jî heye, niho jî dimîne. Deriyê zîndanê dinêre aliyê başûr. Dîwarên wê pir sitûr, avahiya wê girover, serê wê jî bi qûbbe hatîye çêkirin. Dû pencereyên wê yê dinêrin aliyê jiderve û çar deriyê wê hene. Nava zindanê 3-4 metre ye, wekî bîrekê fireh e serê wê jî qûbbe ye. Te gotin di demê berî îslamiyetê de ew zindan wekî cihê potperestîyê dihate kar anîn. Li bakûrê kelhê, di navbeyna kelhê û ava Dicle de valahîke heye ji wê valahiyê re tê gotin Rezê Mîran. Wekî ji navê wê jî tê fêhmkirin ev valahî heta demê 1700’an jî bi cûre cûre darên fêkî, darên gûl û çîçek û cûre cûre ajalên kedî ve wekî baxçeyek yên ajalan xwe nîşan dida.

Di sala 2010'an de biryar hat dan ku Birca Belek wê ji leşkerê tirkî bihê valakirin û bibe şûnewareke navneteweyî û bihê nûjenkirin[1].

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre