Keleha Aspeşînê

(Ji Kela Aspeşînê hat beralîkirin)

Keleha Aspeşînê (bi tirkî: Çavuştepe kalesi) yek ji kelehên Wanê ye.

Keleha Aspeşînê
  • Jîngeh
  • keleh
  • şûnwarê arkeolojîk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
38°21′11″Bk 43°27′40″Rh / 38.35297°Bk 43.46111°Rh / 38.35297; 43.46111
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Peywendî
  • Museum Directorate of Van Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Saet
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Keleha Aspeşînê li Aspeşînê ye. Aspeşîn gundekî Payizavaya li ser Wanê ye. Di nav gel de navê vê kelê Aspeşîn e. Aspeşîn bi Êrmenkî “Haîka Şen” e.[1] Ev peyva Haîka-Şen di nav Kurdan de hatiye tewandin û bûye Aspeşîn. Bi Êrmenkî tê wateya “Bajarê Yezdan” an jî “Bajarê ku Yezdan tê de hatine Afirandin”e. Di cîhanê de sê kesên ku Ûrartûyî dizanin hene û yek ji wan jî nobedarê vê kelê ye . Keleha Aspeşînê ji Wanê 25 km’yan ji Payîzavayê jî 10 km’ yan dûr e. Li ser rêya Wan û Colemêrgê ye.[2]

Dîrok biguhêre

Ji aliyê Keyê Ûaratûyan Sardûrê duyem ve B.Z di navbera salên 764 û 735an de hatiye çêkirin. Ev keleh ji jêr û jor du beşan pêk tê. Ji ber çêkerê xwe bi navê Sardûhîhnî tê binavkirin.[3]

Erdnigarî biguhêre

Keleh ji berên mezin û berên bixur hatiye çêkirin. Keleha jor 30 mêtroyan ji ya jêr bilindtir e. Di navê de jî perestgeha Xaldî, Perestgeha li derve, bîr, kîler, gov, qesrên avahiyan, sarinc, nîvîserên bizmarî hene. Her wiha qesra kelehê jî di nav kela jêr de ye. Dirêjahiya bircên kelê dorpêç dikin 800 mêtro ye. Sûrên dîwarî bi blokên kevirên kilsînî hatine çêkirin. Ev blok jî rasterast li ser zemîn hatiye rûniştandin.[4]

Gelerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Belli, O. (2001). Çavuştepe (Šardurḫinili) Excavations. In: O. Belly (ed.): İstanbul University’s Contributions to Archaeology in Turkey 1932-2000. Istanbul, pp. 173–178.
  2. ^ Erzen, A. (1978): Ausgrabungen auf der urartäischen Burg Çavuştepe im Gebiet von Van. In: E. Akurgal (ed.): The Proceedings of the Xth International Congress of Classical Archaeology, Ankara-İzmir, 23-30.9.1973. Ankara, pp. 55–59.
  3. ^ Zimansky, Paul (1985). Ecology and Empire: The Structure of the Urartian State (PDF). Oriental Institute of the University of Chicago. ISBN 0-918986-41-9. OCLC 469553313.
  4. ^ Erzen, A. (1978). Çavuştepe I. M. Ö. 7.-6. Yüzyil Urartu Mımarlik Antilari ve Ortaçağ Nekropolü. Ankara.