Kelîmolah Tewehodî, nivîskarekî kurd e, ji kurdên Xorasanê ye.Di sala 1940 li gundê Oxazê ji dayîk bûye[çavkanî hewce ye]. Lîsansa wî bi Miarifî îslamî, li Zanîngeha Ferdewsî ya Meşehed wergirtî. Gelek pirtûk û nivîsên wî hene[çavkanî hewce ye].

kelîmolah Tevehodî (kanîmal) biguhêre

Li Îranê bi taybet li Xorasanê, dema ku navê kelîmolah Tevehodî (kanîmal) tê ser zimên, her kes zû peyv û weşeyên kurd, kurmanc tîne bîra xwe Ev bîranîna jî bê cîh nîne. Kanîmal kurdê kurmanc ê Xorasanê ye. Piştî bi dawî anîna xwendina lîseyê, bûye endamê polîs, lê piştî demekê dev ji wî karî berda. Kanîmal biryar da ku nehêle ziman û çand, dîrok û rê û toreyên kurdên Xorasanê bi awayekî devkî bimîne û winda bibe. Wekî em dizanin gelek tiştên li ser kurdan nehatine nivîsandin û mixabin îro jî haya kesî ji pê tunîne. Kanîmal li hember her asteng û pirsgirêkên aborî, ewleyî, rawesta û xizmet bo çanda ji xwe re kir armanceke mezin. Ew bajar bi bajar, gund bi gund, him suwarî him jî peya gerîya. Tu caran newestîya. Bi îradeya xwe ya bêhempa kurdên Xorasanê da nasandin Berî Kanîmal gelek kes li Xorasanê hebûn ku li ser kurdên wê deverê gelek tişt dizanîbûn û bi koç kirina xwe her tişt jî bi xwe re birin. Lê Kanîmal her tişt nivîsî û hîn jî dinivîsîne Stephan Blamo, mamosteyê muzîkê li zanîngeha Newyorkê ku bi salan li ser muzîka kurdên Xorasanê lêkolîn kirîye, dema ku tê Îranê yekrast diçe mala Kanîmal û destpêkê de dîyar e mala wî maç dike û bi wî awayî dixwaze rêzdarî ya xwe ji bo xizmetên Kanîmal nîşan bide Ew zêde dike: “Eger Neteweyên Yekbûyî sed kes jî bikira berpirsên karên ku te kirine, dîsan jî nikarîbûn anegorî te pêk bînin.” Kanîmal gelek pirtûk û nivîsar li ser kurdên Xorasanê weşandine an jî amade kirine ku bên weşandin Wek mînak mirov dikare yên jêrîn bi nav bike Koça dîrokî ya kurdan bo Xorasanê ( Farisî ye û ji heft cîldan pêk tê) Esferayîn, bajarê kurdan; doh û îro (bi farisî) Dara Çildestan an Efsaneyên kurdên Xorasanê (bi kurdî)

  • Stranên kurmancên Xorasanê
  • Ferhenga kurdî ya kurmancî
  • Rêzimana kurdî ya kurmancî

Gotinên pêşîyan yên kurdên Xorasanê û gelek pirtûk û nivîsarên din Lê pirtûka herî hêja ku di vê dawîyê de weşandîye, dîwana Cefer Qulî Zengêlî ye. Cefer Qulî helbestvanê bi nav û dengê kurmac li Xorasanê bûye ku nêzîkî du sed sal berê jîyaye lê helbestên wî bi devkî û sîng bi sing yan li ser nusxeyên cuda gihîştine îro Kanîmal ji bo cara yekem gund bi gund, bajar bi bajar gerîye, helbestên wî yên devkî û nivîskî kom kirine û li ruyê çil û çar nusxeyên li gundan da mayî, helbestên Cefer Qulî vejandine û wek dîwana Cefer Qulî di Weşanxaneya Vasî de çap kiriye Kanîmal ev helbest ji mirinê necat da. Divê bê gotin, helbestên Cefer Qulî eger ji yên Ehmedê Xanî ra wekhev jî nebin bêguman kêmtir nînin. Piştî çapbûna Dîwanê, şadîyeka bê hempa di nav kurdên Xorasanê da çêbû. Gelek kesan bi awayên cûr be cûr ji Kanîmal re sipasîyên xwe kirin Wek mînak xwendevanek ji wî re wiha dinivîse: Pismamê kelîmolah, ew zehmet pir dikşîne, bo xelkê kurmancan, ew pirtûkan diweşîne, Zindî kiriye kurmancan, armanc bi dil nemîne, xiyal dikî ku ew Cefer Qulî ye ku bi bîr tîne Kanîmal niha li bajarê Meşedê dijî û notila berê dîsan bê westîyan lêkolînên xwe didomîne

Berhemên wî biguhêre

  • Hereket tarîxî kird be Xoresan. Bi zimanê farisî 6 berge, çend berg jê hatine çapkirin[çavkanî hewce ye].
  • Bendên kurmancan, bi farisî û kurdî.

Çavkanî biguhêre