Karl von Terzaghî (Karl Anton Terzaghi Edler von Pontenuovo) (z. 2 çiriya pêşîn 1883 li Pragê, m. 25 çiriya pêşîn 1963 li Winchester (Massachusetts, DYA)) wekî damezrênerê mekanîka axê ya nûjen, zanyarî tê hesibandin. Yekemîn damezrînerê Mekanîka Zemînê ye. Di beşa endezyariya avahiyan da bi xebat û lekolînên wi yên pir hêja hene.

Karl von Terzaghi
biguhêreBelge

Şerê Cîhanî yê Yekem de li ser peymana Awistirya-Mecaristan û Osmaniyan derbasî Stembolê dibe. Xebatên xwe yên zanîstî li Stembolê didomîne. Hevkarîgerî anko Hevbandoriya av û axê bûne bingeha xebatên wî. Lekolîn û xebatên xwe yên di derbarê Hevkarîgeriya av û axê kû bûye yekemîn berhema Mekanîka Zemînê de di sala 1924an de di pirtûka xwe ya bi navê Erdbaumechanik de tomar kiriye û weşandiye. Piştî xebatên wî yen zanistî edî tevger û pêkhateyên erdê li ser zexmî ya avahiyan da bûye mijareke girîng û avahîsazan ji pê da avahiyên xwe li gorî teoriya wî avakirine.

Formûla wî ya empîrîk biguhêre

qk=c’*Nc*sc*dc + q*Nq*sq*dq+0,5* γ*B’*Nγ* s γ*d γ[çavkanî hewce ye]

Karl von Terzaghi ev formûla empîrîk ji bo hesabên Hilgirîna Zemînan peşniyar kiriye. Ji bo hesab hêsantir bibin her têgeheke di formûlê da bê Yekeyên Pîvanê ne. Ev têgehana li gorî pêkhateyên erdê; ava jêrzemînê, hokeya lêkxişandina navxeyî û kohezyonê diguherin. Nirxê têgehan di tabloyan da tên hilbijartinê û di formûlê de tên bicîhkirin. Nirxê hatiye dîtin ji bo ewlehiyeka teqez bi çençarjimara ewlehiyê ra tê parvekirin.Nirxê çençarjimarê li gor pêkhateyên zemîn û avahiya plankirî tê guhertinê. Nirxê wê di navbera 2-4 an de ye.[çavkanî hewce ye].

Çavkanî biguhêre