Karkirina zaroan zaravek e ji dûmahiya sedsala 19'ê peyda bûye û ji hemî karkirnên tirstijî û netirstijî ra dihêt gotin ko ji ber wan werar û saxlemiya zaroî dikevit ber metirsiyê û zaro ji xwîndinê vedimînit. Her ji destpêka dîrokê ve zaroyan digel daybabên xwe pardariya karan kirîye, mîna: rav û nêçîrê, zotkariyê, karkirnên navmalê, hwd. Lê pirsa karkirina zaroan wekî pirseka civakî û qanûnî piştî şoreşa Pîşesazî hat ber behsan. Li dawiya sedsala 18'ê gelek karxaneyên pate û peroyan li Brîtanyayê zaroyên hêtîm û sêwî mîna koleyan jibo karkinê komdikirin. Nerazîbûna li ser wan kiryaran zêdebû û li sala 1878'ê qanûnek derçû ko karkirina zaroyên biçûktir ji 10 saliyê berbend dikir.

Karkirina zaroyan
Zaroyek di laborekî da, 1908
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Lê rewş li hemî welatên cîhanê ne mîna hev e. Li gelek welatên cîhana sêyê zaro bi miz û heqdestên kêm jibo têrkirina zikê xwe an zikê malbatên xwe kardikin. Ji vê jî xirabtir, li gelek cihên ko bi agirê şerên navxwe an şerên navbera destekên tundrê dişewitin zaro mîna şerkeran dihên bikaranîn.

Karkirina zaroyan metirsiyê li ser saxlemiya wan çê dikit û wan ji xwîndinê paşda dihêlit.