Kareba an kareva an jî elektron (bi yewnanî ήλεκτρον, élektron) navekê giştî ji bo komeka diyarok û bûyeran e ko girêdayî hebûn an rewanbûna sirêmeka (ceryaneka, flow) barê karebayî ne. Kareba û asinrevayî du karlêkkirênên bingehîn anko fundamental interaction an pêkdiînin. Hindek diyarokên berniyasên wekî birûsiyê girêdayî karebê in.

Îro jî peyva kareba tê wateya "elektrîk".

Çemkên girêdayî karevê biguhêre

Dîroka vedîtinê biguhêre

Partiyan û Yewnaniyên Kevin kareba dinyasî. Wan dizanî ko eger tiştekê wekî karevê li hiriyê anko xuriyê bixişînin ew parşeyê karevê hûrkên giyayî û kayê bi xwe ra radikêsşit. Navê kurdîkareba yan kareva jî ji wê hatiye[çavkanî hewce ye].