Karder Xangirpê, Kartîr Xangîrpe, Kartîr, Kerdir yek ji mobedanên (mobed, mobad, mabedan ?) navdar ê dema Sasanîyan bû, ango mezinê rahîban ê ola Zerdeştîtîyê.

Li Neqşî Receb berdnivîsa Kartîr.

Di sedsala 3 de (p.z.) jiyaye. Ji gelek împeratorên sasaniyan re mobedanî kiriye. Li dijî mezhebên din ên Zerdeştiyê derdiketiye, bo mînak ji baweriya zervaniyê hez nedikir. Cara berê ji Şapûr I re mobedanî kiriye.

Dixwest olê ji berjwendiyan, rîtûalên bingeha xwe ji rastî û olê nagirin, biparêze. Nedixwestiye oldar, key bi navê olê bacê bigirin. Lê di baweriya xwe de gihîştiye asteke gelek radîkal jî. Dem hatiye, li dijî estetîka di îbadetxaneyan de jî derketiye. Gelek peyker û xemilên olî xirab kiriye. Ew wekî ortodoksekî Zerdeştiyê tê zanîn.