Kampanyaya Navneteweyî bo Qedexekirina Tepînkan

Kampanyaya Navneteweyî bo Qedexekirina Tepînkan (International Campaign to Ban Landmines, ICBL), rêxistineke navneteweyî ye, bo qedexekirina tepînkan (mayîn) xebatê dike.

Logoya KNQTê (Kampanyaya navneteweyî bo qedexekirina tepînkan)

Li 90 welatan xwe birêxistinkiriye, di nava xwe de 1200 organîzasyonan dihewîne. Şaxa wê ya alman, Deutsche Initiativkreis für das Verbot von Landminen (German Initiative to Ban Landmines, GIBL) sala 1995ê hatiye damezirandin.

Sala 1991ê hin komele, rêxistin û kesayetiyan, qedexekirina mayînan gotûbêj kirin. Diviyabû bi lezgînî pêşî li bikaranîna tepînkan bihata girtin, lewra bi hilweşîna YKSSê ve kontrolkirina firotina çekan dijwar bûbû, tepînk dikaribû bikeve destê hêzên paramîlîtar û ew jî jiyana mirovan dixist xetereyê.

Sala 1992yê ICBL bi fermî ji aliyê rêxistinên Handicap International, Human Rights Watch, medico international, Mines Advisory Group, Physicians for Human Rights û Vietnam Veterans of America Foundation ve hat damezirandin. Van rêxistinan hêza xwe kirin yek, paşê jî gelekên din tevlî bûn.

Heşyardeya cihê lê tepînk tên derxistin û bêbandorkirin

Sala 1992yê rêxistin bang li welatan dike ku tepînkan qedexe bike. Di îlona sala 1997ê de bi navê Mine Ban Treaty danezanek li Ottawa tê pesendkirin ku daxwaza qedexekirina bikaranîna mayînên li dijî ferdan tên bikaranîn dike. Hin welatan bi fermî ev norm pejirandin.

Tirkiye û gelek welatên din, vê normê dipejirînin lê tepînkan di şerên navxweyî de bikartînin. Lewra hêzên navneteweyî nikarin tevlî karê navxweyî bibin.

Sala 1997ê kordînatora rêxistinê Jody Williams li ser navê ICBLê Xelata Nobelê ya Aştiyê werdigire.

Girêdanên derve biguhêre