Kamiran Haco nivîskarekî kurd e ku di sala 1959an de, li Tirbespiya binxetê hatiye dinyayê. Xwendina seretayî, navendî û amadeyî li Tirbespiyê û Qamişlo temam kir. Sala 1983an xwendina endezyariyê beşê Mekanîk li zanîngeha Helebê qedand...

Ji destpêka salên 1990î ve, wî dest bi nivîsandinê kiriye. Di kovar û rojnameyên wek: Gelawêj, Gurzek Gul, Stêr,Xunav, Metîn, Armanc, Pirs, Deng, Medya Güneşi, Çira û Nûdemê de nivîsî ye.

Ji dawiya sala 1997an ve li Swêd dijî û niha di redaksiyona kovara Rastî de dixebite.

Di sala 1977an de pirtûkeke wî ya kurteçîrokan bi navê Kelevajî di nav Weşanên Avestayê de derketiye.

Çavkanî biguhêre