Peykerê xaneyê

Endamokên xaneyê bi alîkariya kakûtê xaneyê, di nav sîtoplazmayê de cih diguherin, an jî xwe bi kakût ve girê didin û ciyê xwe sabit dikin. Li gel endamokan, xane jî bi alîkariya kakûtê dilive.
(Ji Kakûtê xaneyê hat beralîkirin)

Peykerê xaneyê (bi înglîzî: cytoskeleton / cell skeleton) tora rîşên proteînên nav sîtoplazmayê ye

Hemû xane xwediyê peyker in. Peyker şikil dide xaneyê. Endamokên xaneyê bi alîkariya peykerê xaneyê, di nav sîtoplazmayê de cih diguherin, an jî xwe bi peykerê xaneyê ve girê didin û ciyê xwe sabit dikin. Li gel endamokan, xane jî bi alîkariya peyker dilive. Herwisa peykerê xaneyê dema dabeşbûna xaneyê de ji bo parvebûna kromozom û sîtoplazmayê jî alîkarî bi xaneyê dike. Peykerê xaneyên eukaryotî ji sê cor proteînan pêk tê.

1.Deziyê aktînê ( Actine filament):

-Livîna amîbî(ameboid movement) bi proteînên aktînê dibe.

-Dema dabeşbûna xaneyê de parvebûna sîtoplazmayê (sîtokînez) pêk tîne

-Herwisa girjbûna xaneyê jî bi alîkariya rîşaloka aktînê pêk tê.

Aktîn bi rengê sor,mîkrotubul bi rengê kesk dixuyê

2.Deziyê navber (intermediate filament):

-Rîşaloka navber di sîtoplazmayê de, di nav endamokan de belav bûyî ye.

-Zexmbûna xaneyê pêk tîne.

-Xaneyê bi xaneyên cînar ve girê dide.

-Di navikê de ji bo zexmbûna qalika navikê qata navikê (nuclear lamina) çêdike.

3.Mîkrotubul (microtubules): sentrîol jî ji Mîkrotubulan çêdibin.

-Kûlk (cilium) û dûçik (flagellum) ên xaneyê ji mîkrotubulan çêdibin.

-Vezîkûl (kîsik) ên hilgir bi riya mîkrotubulan di nav sîtoplazmayê de cih diguherin.

-Rîşê teşî (spindle fibers) karê parvebûna kromozoman pêk tîne û ji gurzên mîkrotubulan çêdibin.

Girêdanên derve

[[1]]

[[2]]