Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi (rojname)

rojnameyeke kurdî

Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi ( كرد تعاون وترقى غزته سى ), Gazeteya Teawun û Tereqiya Kurmancan, anku Rojnameya Alîkarî û Pêşketina Kurd, organa Komeleya Alîkarî û Pêşketina Kurd bû. Rojnameyeke olî, zanistî, ramyarî, wêjeyî û civakî bû[1].

Di 5'ê berfanbara 1908'a li Stembolê dest bi weşanê kir. Zimanê rojnameyê kurdî û osmanî bû. Rojname hefteyî û 8 rûpel bû û li gor çavkaniyan 9 hejmarê rojnameyê derket.

Lêkolînên li ser rojnameyê biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Malmîsanij û Mahmûd Lewendî (1992). Li Kurdistana bakur û li Tirkiyê rojnamegeriya kurdî (1908-1992). Öz-Ge, Enqere.