Kîklop (bi yewnanî: Κύκλωπες (pirjimar)) di mîtolojiya yewnanî de cinsekî dêwan e. Zarokên Ûranos û Gaiayê ne. Kîklopan di eniyên xwe de bi tenê yek çav he ye. Jixwe navên wan tê wateya yek çavê.[1] [2] Karên hêsin û keviran dikin ji ber ku gelek bi quwet in. Rijdbûna wan jî ji ber xebatên wan peyda dibe.

Kîklop
Κύκλωπες Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Peykerê kîklopekî

Piranî li ser ocaxa hesinê û alikariya xwedawend Hêfestos têne teswîrkirin. Tê bawerkirin ku dengên ji volkanan tên dengê xebatên kîklopan e.

Ûranos wan û hekatonxîran Tartarosê heps kiriye. Pir quwet bûn û xeter bûna wan bûye sebebê hepskirina wan. Zeus piştî Şerê tîtanan wan ji Tartarosê rizgar kiriye û wan azad kiriye.

Ji xeynî Brontes, Steropes û Argêsê Kîklopên din jî heye lê ew cinsekê din in û wek Kîklopên genc tên binavkirin. Kîklopên di nav Odîseyayê tê behskirin ji wê cinsê re mînak e.

Hin kîklopên navdar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Hesîodos-Teogonîa (145)
  2. ^ https://www.theoi.com/Titan/Kyklopes.html