Josef Mengele (jdb. 16ê adara 1911an li Günzburg; m. 7ê sibata 1979an li Bertioga, Brezîl) yek ji bijîşkên navdar ên kampên mirinê yên naziyan bû. Li ser girtiyan ceribandinên hovane dikir, ew wekî kobay bikardianî. Navê wî dibe "firîşteyê mirinê". Piştî şer wekî gelekên din diçe başûrê parzemîna Amerîkayê. Sala 1960 ji aliyê Mossadê ve tê selmandin lê dest nadinê.

Josef Mengele
Jidayikbûn16 adar 1911 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Günzburg (Keyaniya Bavyerayê, Împeratoriya AlmanîLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin8 sibat 1979 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bertioga Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêStroke li ser wîkîdaneyê biguhêre(Qezaya ku mirin tê de)
Cihê goristanêEmbu das Artes Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Almanî, Komara Weimarê, Almanyaya Nazî, Paraguay (1959–), Arjentîn (1954–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zanîngeha Ludwig Maximilian a Munîhê (–1936)
  • Goethe University Frankfurt Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Mirovnas
  • nivîskarê dixtor
  • torturer li ser wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
Dê û bav
  • Karl Mengele Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Walburga Theresa Hupfauer Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xelat
  • Iron Cross
  • Verwundetenabzeichen
  • Honour Chevron for the Old Guard
  • War Merit Cross
  • Eastern Medal Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Josef Mengele lawê mezin ê Karl û Walburga Mengele (jdb. Hupfauer) e. Malbata wî dewlemend e, li ser teknîka çandiniyê kargehek wan heye, Mengele Agrartechnik li Günzburgê.

Mengele perwerdeya antropolojî û bijîşkiyê dibîne li München, Bonn û Viyanayê. Di nava salên 1931-1934 dikeve nava refên SA'yê. Sala 1937an jî tevlî NSDAPê dibe.

Di 1939an de bi Irene Schönbein re marî dibe (dizewice). Sala 1940î tevlî artêşê û hêzên çekdar ên SSê dibe. Salên 1960î de tevahiya dîplom û payeyên wî tên betalkirin. Wî bi hêza sazûmaniyê ji xwe re kariyereke mezin çêkiribû.

Bijîşkê baregeha Auschwitzê biguhêre

 
Blok 10, kampa mirinê ya Auschwitzê

Ew beriya here Auschwitzê jî li ser girtiyên kampan ceribandinan dike. Bi taybetî li ser cêwî û çîganan. Wî dixwest biselmîne ku nîjada aryanî li ser mirovên din e.

Ew girtiyan dikuje, laşê wan parçeyî dike, dermanan li ser zarokan diceribîne, tî-birçî dihêle hwd. Navê wî wekî "firîşteyê mirinê" belav dibe. Helbet ew ne tenê ye, bi sedan bijîşkên wekî wî hebûn û wan jî ceribandinên wiha dikirin. Lê bi qasî Mengele navdar nebûn.

Bi hatine Artêşa Sor a 17ê rêbenadana sala 1945an, direve, xwe vedişêre. Herçendî Mossad wî diselmîne jî, ji ber sedemên nayên zanîn, Mengele nayê girtin. Bi nasnameya Fritz Hollmann li parzemîna Amerîkayê dijî.

20ê hezîrana sala 1949an bi keştiya navê wê North King e direve Buenos Airesê. Li wir heya sala 1950î dijî. Wekî bijîşk dixebite.

Tê gotin bi navên sexte qet nebe carekê çûye Almanyayê jî. Li balyozxaneya Buenos Airesê bi du nasnameyan qeydên wî tên bidestxistin. Saziyên almanan bi dizî alîkariya wî kirine.

Mengele 7ê sibata sala 1979 di avjiberiyê de felcê derbas dike û dimire. Medyaya Alman dezînformasyonê dike, wî ji bala rayagiştî dide dûrxistin. Heya îro jî nayê zanîn ku çima daîreyên Almanyayê yên wê demê bi ser Mengele de neçûne, alîkarî dane wî.

Sala 2004an rojnivîsên wî yên li Brezîlê nivîsîne hatin weşandin. Di wan de Mengele berevaniya jiyan û karê xwe dike. Ango ti poşmanî nebûye.

Fîlm biguhêre

  • Und die Geigen verstummen - Û bêdeng in keman (And the Violins Stopped Playing, 1988), rejî Alexander Ramati, bi tevî Marcin Tronski bi rola Josef Mengele
  • Nichts als die Wahrheit - Ne wekî rastiyê (1999), rejî: Roland Suso Richter, bi Götz George di rola Josef Mengele
  • Hitlers Helfer II - Alîkarê Hitler II: Mengele – Der Todesarzt - Mengele firîşteyê mirinê (2005), Dokûmentarfîlm, ZDF
  • The Boys from Brazil (1978): rejî: Franklin J. Schaffner. Li ser jiyana Mengele, di rola Mengel de Gregory Peck dilîze.
  • Spiegel TV – Der SS-Arzt Josef Mengele - Bijîşkê SS Josef Mengele (1995), Dokûmentarfîlm, VOX

Muzîk biguhêre

Çavkanî (almanî) biguhêre

Girêdanên derve biguhêre