José Ortega y Gasset fîlozofê spanî (jdb. 9ê gulana 1883an − m. 18ê çiriya pêşîn a 1955an, li Madrîdê), xwendina xwe li Madrîdê û li zankoyên almanan kiriye. Di sala 1910an de li bajarê xwe yê Madrîdê bû mamosteyê metafizîkê. Wî bi kovar û nîvîsên xwe hewl da ku ji nû ve çanda û wêjeya spanî zindî bike. Ji van kovaran La Revista de Occidente ya herî bi nav û deng e. Bi destpêka şerê hindûrîn yê Spanyayê re ew ji welêt derket. Pêşî çû Fransayê, piştre jî çû Arjentînê.

Jose Ortega y Gasset
Navê rastî
José Ortega y Gasset Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn9 gulan 1883 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin18 çiriya pêşîn 1955 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Madrîd Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêSan Isidro Cemetery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîSpanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Universidad Central
  • University of Deusto
  • St. Stanislaus Kostka College, Málaga Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Meqam
  • Vocal of the Junta para Ampliación de Estudios e Investigaciones científicas (1926–)
  • Member of the Cortes republicanas (Jaén, 1931–1931)
  • Member of the Cortes republicanas (León, 1931–1933) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Agrupación al Servicio de la República Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Rosa Spottorno Topete Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • José Ortega Spottorno
  • Soledad Ortega Spottorno
  • Miguel Ortega Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • José Ortega Munilla Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
Xizm
  • Eduardo Gasset y Artime (maternal grandfather)
  • Eduardo Gasset Chinchilla (maternal uncle)
  • Rafael Gasset Chinchilla (maternal uncle)
  • Simone Ortega (daughter-in-law)
  • Juan Spottorno y Topete (wife's brother) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Goethe Plaque of the City of Frankfurt (1949)
  • Medalyaya Goethe ji bo Huner û Zanistê (1932) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di dawiya jiyana xwe de careke din vegeriya Madrîdê û li wir jiyana xwe ji dest da. Ev nivîskarê spanî, li qasî ku giringî dida wateya tiştekî, hewqas jî dida rastgotina wê tiştê. Li gor nivîskar Camus piştî Nietzsche re, belkî jî nivîskarê herî bas yê Ewropayê ye ew e [çavkanî hewce ye].

Gelek nivîsên wî yên ku di dersên xwe de jî didan, pistî mirina wî re hatin berhev kirin û bi navê El hombre y la gente (Mirov û xelk) hatiye çapkirin.

Berhemên wî biguhêre

  • Adán en el paraíso (1910: Âdem li behiştê ye)
  • Meditaciones del Quijote (1914: Ramanên li ser Kîşot)
  • El tema de nuestro tiempo (1923: Mijarên Dema me),
  • España invertebrada (1922: Espanyolê bê marîpişt)
  • La rebelión de las masas (1929: Serhildana Gel)

Çavkanî biguhêre