Jîna Nû kovareke siyasî bû. Ji aliyê tevgera Şoreşgerên Demokrat ve dihat derxistin û dîtinên siyasî yê vê tevgerê ji xwe re kiribû bingeh. Di Çiriya Pêşîna 1979an de li bajarê Wanê dest bi weşana xwe kir. Li ser hev 6 hejmarên wê derketin.

Jîna Nû

Hejmara 6an di Gulana 1984an de li Swêdê çap bû û li ser bergeya wê organa teorîk a Komîteya Merkezî ya PPKK (Partiya Pêşeng a Karkerê Kurdistanê) dihat nivîsandin.

Bi navê "Weşanên Jîna Nû" gelek pirtûk jî hatin weşandin.

Çavkanî biguhêre