Jêrzarava (bi înglîzî: subdialect), zaravayên zaravayekî ne. lê belê Devok bêtir tê bikaranîn.

Jêrzarava têgeheke zimannasî ye ku kategoriyek diyalektolojîk di navbera astên zarava û idiolect (zimanê ferdî) de destnîşan dike. Jêrzarava jêrbeşên bingehîn ên zaravayekê ne. Jêrzarava dikarin bêtir bêne dabeş kirin, di dawiyê de heya zaravayan. Jêrzaravayên zaravayekê bi giştî nêzî hev in, bi giranî di bilêvkirin û hin peyvên herêmî de ji hev cuda ne.