Husên Hesen

Derhênerê kurd

Derhêner Husên Hesen ku klîba wî wekî klîba herî serketî[çavkanî hewce ye] hate hilbijartin, bi fîlmê Û Nêrgiz Bişkivîn eleqeyeke mezin dît, niha jî ji bo ku fîlmekî li ser Enfalê bikişîne ji Hikûmeta Kurd li benda alîkariyê ye.

Derhênerê başûrî Husên Hesen bi kişandina klîban nav û dengê wî hat bihîstin. Bi klîba ku ji bo strana Hesen Şerîf "Beyta Laleş" kişandibû di Festîvala Klîban a Zaxoyê de xelata klîbê kerî serketî girt.[çavkanî hewce ye] Ji wê rojê ve derhêner Hesen klîban dikişîne û niha ji bo kişandina hin klîban hat Stenbolê.

Husên Hesen li Stenbolê ji bo strana "Lê bûkê" ya hunermend Rojda, ji bo strana "Mişko" ya Koma Agirê Jiyan û ji bo stranên "Kevokê" û "Asiyên Tebaxê" yên Koma Rewşen klîb kişand. Klîba "Lê bûkê" temam bûye lê yên din dê beşek jê li Başûr jî bê kişandin. Ew li ser klîbên kurdî dibêje, "Ez dixwazim karek baş bikim. Di nav klîbê de xeyal girîng e. Ger stran jî baş be klîbeke baş derdikeve holê" û dide zanîn ku gelek kes jê dixwazin klîban bikişîne lê ji bo stranên ku naecibîne klîban nakişîne.[çavkanî hewce ye]

Li gor wî rihê klîbên kurdî gihîştiye asta dinyayê lê ji aliyê teknîk û tiştên wisa de hê li paş e.[çavkanî hewce ye]

Husên Hesen tevî Mesûd Arif Salih yekem fîlmê metrajdirêj bi navê "Û Nêrgiz Bişkivîn" kişandibû. Fîlmê ku qala têkoşîna pêşmergeyên kurd ên di salên 1970'yî yên li hember zilma Sedam dikir di 30'emîn Festîvala Montrealê de hat nîşandayîn û gelek eleqe dît. Derhêner Hesen niha dixwaze fîlmekî li ser Enfalê bikişîne. Ji bo kişandina fîlm di sala 2006'an de serî li Wezareta Çandî ya Hikûmeta Kurdistanê daye lê jê gazinc e ku hê alîkarî negirtiye.

Navê fîlm "Her man" daniye[çavkanî hewce ye] û fîlm qala çîrokek keçek kurd a berî Enfalê dike. Fîlmê ku dê çîroka wê heta 1988'an bûyera Helebçeyê jî bê û heta bigihîje qampên ku kurdên Başûr li bajarên Bakur çêkirin, di heman demê de çîrokeke evînî ye. Hesen ji bo projeyê hê li benda alîkariyê ye û wiha dibêje, "Ev salekê ye ez li benda alîkariyê me. Di nav salekê de piştgirî dan 4-5 projeyan lê hê bersiveke erênî nedane projeya min. Hin projeyên piştgirî girtin piştî min serî li wan dabû. Ger ez alîkarî negirim ez nikarim bikişînim. Ji min re gotin, 'Em 150 mîlyon dînar bidin te' lê ev ji bo fîlmê min têrê nake. Butçeya fîlmê min 519 mîlyon dînar e."[çavkanî hewce ye]

Pirsa wekî "Ma pereyên wan nîn in?" wiha dibersivîne Husên Hesen: "Pereyên wan hene nîn in ez nizanim. Dibêjin emê girîngî bidin sînemayê. Lê hin pirsgirêk derdikevin. Dibêjin ev pere pir e. Bi ya min di rewşeke wisa de gere gazî derhêneran bikin û bi wan re biaxivin. Wan nas bikin, ew kî ne, çi dikin, dixwazin çi bikin, li gor wê piştgirî bidin. Divê piştî dan û standineke wisa biryarê bidin."[çavkanî hewce ye]

Li gor gotina derhêner Hesen çawa piştgirî bigire di cih de dê dest bi kişandina fîlm bike. Derhêner Husên Hesen ku di heman demê de kurtefîlman jî dikişîne kurtedemek berê kurtefîlmê wî yê bi navê "Demjimêrek berî niha" li Hewlerê xelata yekemîniyê girt.[çavkanî hewce ye]