Hozan Dilgeş (z. 1952 - m. 11 adar 2017) hunermendekî kurd bû ku di sala 1952an de ji malbateke êzidî li gundê Fisqîna Nisêbînê (parêzgeha Merdînê) hatiye dinê. Di 11ê adara 2017an de çû ber dilovaniya Xwedê.[1]

Hozan Dilgeş
Jidayikbûn1952
Mirin2017
NeteweKurd
PîşeStranbêj
AmûrTembûl
biguhêreBelge

Kasetên wî biguhêre

Kaseta yekê biguhêre

Kaseta xwe a yekê di sala 1978an de çêkir. Di vê kaseta xweda rewşa bindestiya gelê Kurdistan tîne ziman û dibêje: "ma qey bindestî para meye."

Kaseta duyan biguhêre

Kaseta xwe a duyan di sala 1979an de derdixe. Di vê kaseta xwe de banga şer li dijî bindestiyê dike û dibêje “here şoreşê here kurê min / li te helal be şîrê berê min.”

Kaseta siyan biguhêre

Kaseta xwe ya siyan di sala 1980 de çêdike û di vir de bala gel dikşîne ser Kurdistana Rojhilat ku di bindestê Xumeynî de dinale û dibêje: “xum xum xumeynî, tu xwîna kurda dimijî.”

Kaseta çaran biguhêre

Di kaseta xwe a çaran de ku sala 1981ê de derxistiye, terora cuntaya 12 Elunê li Kurdistana Bakur şermezar dike û banga xwe bi agirê Newrozê dike “Newroze Newroze cejna kurdane / Brano cejna we pîroz be.”Hozan Dilgeş şerê Gelê kurd li dijî zordestiyê wek doza Proleterya li dijî Kapîtalîzmê dinirxîne.

Kaseta pêncan biguhêre

Di kaseta xwe a pençan de (1983) banga Karkeran dike: “Ey Karker û Proleter tu dixebitî şev û roj / dunya li pişta teye tu çima birçiye lo şev û roj.” Bi destpêkirina şerê çekdarî li kurdistana Bakur bandora xwe dide ser hunera Dilgeş jî .

Kasetên wî yên şeşan û heftan û heştan biguhêre

Dilgeş kaseta xwe a şeşan heftan û heştan (1986-1990) bi alîkariya HUNERKOM çêdike û dîsa banga xebatê dike û bîranîna şehîdan tîne ziman.

Li Merdînê li Bagokê Xwîn herîkê wekê cokê şer devam kir şev û rokê bijî şerê me li Bagokê.

Her wuha hozan Dilgeş di helbestên xwe da bala Gel dikşîne ser îdeolojî û Felsefeya nuh ku Gelê kurd tide dimeşe û li ser seokê netewî wuha dibêje: “Serokê gelemperî / Xweş rêzan û rêberî / qehremanê Kurdistan tu çira find û fenerî.” Di vê Kaseta xweyî nuh de Hozan Dilgeş dîsa bîranîna şehîdan û buyerên dawî tîne ziman. Em dêbêjin her bijî Hozan Dilgeş em hevîdarin û em dizanên Dilgeş bi helbestên xwe û bi xebata xwe dilê gelê me da cî girtiye.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre