Hozan Şemdîn dengbêjekî navdar e. Firaz Baran di pirtûka xwe ya bi navê Hunerkomê de li ser jiyan û xebatên Şemdîn van agahiyan dide:

"Di sala 1955an navçeya Erziromê Xinûsê de ji dayik bû. Ji sala 1972an û vir ve bi profesyonelî muzîkê çê dike. Di sala 1986an de li Lîbyayê berhema bi navê 'Dengê Karker' derxist. Di navbera salên 1988 û 2004an de 3 berhem derxistin: Ala Rengîn, Ka Buka Min, Desmala Govendê. Hozan Şemdîn, di navbera salên 1988 û 2003an de di nava Koma Berxwedan de cih girt û di nava 6 berhemên Koma Berxwedan de stranên xwe gotin.

Li Med, Medya û Roj TVyê bernameyên bi navê “Şevbêrka Dengbêjan” û “Şevbêrk” amade û pêşkêş kir. Di bernameyên xwe de dengbêjên ji herêmên cûrbecûr ên Kurdistanê vexwend. Di vê bernameyê de bi sedan dengbêjên Kurdistanê kilam, şîn, stran û destanên xwe gotin. Bi vê yekê re xizmeteke mezin da çanda Kurd, ku ev çand bi dîtinbarî jî derket pêş. Stranên bi nav û deng ên wekî “Lê Amedê”, “Eva Dûnya” û “Dasmala Govendê” ya Hozan Şemdîn in."(1)

Çavkanî biguhêre

  • Firaz Baran: Hunerkom Akademî Mîr 1978-2006, Weşanên Mezopotamya, 2007/Düsseldorf, rûpela 237-239