Hormon (bi grekî tê wateya livandin) rijeyek e, ya ku di hundirê rijênên (toşbiyên) cuda de tê çêkirin û mîna "peyambereke" biyokîmyayî ya aloz a navbera organên cuda de ye. Hemû organîzmên firexaneyî hormonan çêdikin û derdirijin bi tebabine hindik gor pêwîstiya van organîzman di rijênên (toşbiyên, kilîzên, hilhilankên) wan de ji bo erkine zîndî û metabolîzmê pêşkêşî laşê dikin.

Cureyên Hormonan
Di laşê mirov de rijênên kor (rijênên bêcoyî)
Hormona epînefrîn (adrenalîn), cureyekî katekolamînan e

Organên hormonçêker biguhêre

Di bedena mirovî de organên herî girîng ên ku hormon çêdikin rijênên kor (endokrine) in, mîna hîpofiz, rijênê pîneal ("gûzika sinoberê"), rijênê zençelokê (tîroîd), rijênê paratîroîd, rijênê adrenal, pankreas (şêlav) û rijênên zayendî yên batî û hêkelê. Hormon di zik û rûvî de jî tên derrijîn. Di giya û xaka organogen de jî hormonên cuda hene, mîna fîtohormon, auksîn, heteroauksîn û biyos.

Erka hormonan biguhêre

Hormon wek "nîşander" kar dikin û li xane û şaneyan tên derkirin; bo mînak mirov çaxê tirsandinê û hirsbûnê li ba wî xaneyên rehî hormonan xurt derdikin wek hormona adrenalînê. Her hormon çerxa xwe yê jînê heye û her yek di erkê xwe de kar dike û kêmbûnê hormonan gelek nexweşî û heta mirinê çêdike. Hormon di hindurê xwînê de têne derkirin bi riyê rijênên(toşbiyên) taybet bi rijênên kor (endokrîn) tên navkirin wek rijênê hîpofîzê, ya ku fermanan dide rijênên din û hîpofîz rijênek gelek biçûk e di hindurê mêjî de cî digre. Ji hormonên ku hîpofîz derdike hormonê geşbûnê(mezinbûnê) bo laşê mirov.

Nimûneyine hormonan biguhêre

Xencî vê hormonê pir cureyên din hene wek hormona însulîn; hormonên zayendî wek testostêron li ba mêran (di batî de) û gestagêne, estrogêne li ba jinan (di hêkdankê de), yên ku erkên xwe rûdemên psîkolojî, seksî û laşî ku mêr ji jin nêvnas dikin; hormonên rijênê Tîro'îd (livika zençelok, T3); glukagon di pankreasê de; adrênalîn di rijênê bergurçikan û xaneyên kromafîn de; somastatîn ji giravên Langerhans û hîpotelemus; aldostêron ji qeleşa bergurçikan; paratroîd ji rijênê paratîroîd (PTH); tîroksîn; prolaktîn di rijênê hîpofîzê hindur de; mêlatonîn ji rijênê pîneal (sinoberî); sêrotonîn ji xaneyê entrokromafîn; noradrênalîn; dopamîn di hîpotelemûsê de; entîmiyolarîn di xaneyên sêrtolî yên batî de; enciyotansîn di kezebê de; erîsopiyatîn di gurçikan de; gestrîn; gerlîn di ûr de; înhîbîn di batî de; kolêsîstokînîn û sêkrêtîn di danzdehgirê de; kalosîtonîn di rijênê tîroîd de; atriyopêptît di dil de û pir hormonên din.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre