Hopala! kovarek Brotonyayê a Fransayê ye. Hopala sala 1999 dest bi weşanê kiriye. Kovar cih dide mijarên; sazîbûyîn, nasname, çapemenî, çandî, ceribandin û nîqaşên rexnekirinan. Her wiha, di her jimarekê de hevpeyvîna bi hunermendekê re diweşîne. Dîsa berhemên wêjeyî, helbest, çîrok jî di kovarê de xwedî cihekî girîng in.