Hokara Rh

Li gel sîstema ABO yê hokara Rh (sîstema Rh) jî di polenkirina xwînê de tê bikaranin.

Komeleyên xwînê ji ber hebûn an jî tunebûna dijepeydakerên li ser rûyê xirokên sor peyda dibe. Li gor sîstema ABO yê, dijepeydakerên A û B komeleya xwîna mirov diyar dike. Li gel sîstema ABO yê hokara Rh (sîstema Rh) jî di polenkirina xwînê de tê bikaranîn. Ango komeleya xwîna mirov ji aliyê dijepeydakerên A, B, û Rh ê ve tê diyarkirin.

Dîroka vedîtina hokara Rhê biguhêre

 
Hokara Rh cara pêşîn di xwîna meymûnên rhesus macaque de hatê vedîtin

Dijepeydakera Rh cara pêşîn di sala 1940î de ji aliyê zanyar Karl Landsteiner û Alexander Weiner ve hatiye vedîtin[1] . Ev vedîtin di xwîna meymunê de pêk hatiyê. Lê heman dijepeydaker di xwîna mirovan de jî heye. Navê cureya vî meymunê rhesus macaque e loma navê dijepeydakerê jî ji herdu pîtên pêşîn a rhesusê hatiye girtin û wekî Rh hatiye bi navkirin. Dijepeydakera Rh molekulek proteînî ye. Gelek cureyên Rhê hatiye vedîtin, lê ji boy xwînguhaztin û nexweşiyên xwînê, dijepeydakera Rh D giring e[2]. Kesên dijepeydakerên Rh li ser xirokên sor ên wan hebin, xwîna van kesan wekî Rh pozîtîv bi nav dibe[3](bi îngilîzî xwendina wî “ar eyç pozîtîv”, bi fransî xwendina wî “er aş pozîtîv” ). Di nav plazmaya xwîna kesen Rh pozîtîv de li dij dijepeydakera Rhê dijeten tune ye[3]. Kesên li ser xaneyên sor ên xwîna wan de dijepeydakera Rh tune ne, xwîna wan wekî Rh negatîv bi nav dibe.(bi înglîzî “ar eyç negatîv” bi fransî “er aş negatîv” tê xwendin) Di nav plazmaya xwîna kesên Rh negatîv de hinek dijetena D (Antî-D) heye. Ew kesê xwîn dibexşe, heke Rh+ be û xwîn bide kesek Rh-, di nav plazmaya xwînwergir de dijetena Rh(antî-D) dirûst dibe. Dijetena Rh xwe li ser rûyê xirokên sor ên xwîna ji xwînbexşê ve girê dide. Bi vî awayê topelbûn û hilweşîna xirokên sor rû dide[4] [1]. Lê heke kesên bi xwîna Rh negatîv, xwîn bide kesên Rh pozîtîfê neguncîn rû nade.

Negunciniya hokara Rhê ya dema ducaniyê biguhêre

 
Heke xwîna dayik Rh negatîv, xwîna korpele jî Rh pozîtîv be, nexweşî peyda dibe.

Negunciniya hokara Rh a dayik û korpeleyê dibe sedema nexweşketin an jî mirina korpeleyê. Heke xwîna dayik Rh negatîv, xwîna bavik Rh pozîtîv be û xwîna korpele jî wekî mîna xwîna bavê xwe Rh pozîtîv be, nexweşî peyda dibe[1]. Ango ji boy dayikên Rh pozîtîv egera vî nexweşiyê tune ye. Korpele bi navbeynkariya plasentayê(hevalpiçûk) ji xwîna dayika xwe xurek, oksîjen, av û dijetena IgG û hwd digire, lê xaneyên xwînê yên dayik û korpele têkil nabin[2]. Ber bi dawiya ducaniyê an jî dema zayinê, hinek ji xirokên sor ên korpele tûşî xwîna dayikê dibe. Heke xwîna korpele Rh pozîtiv û ya dayikê Rh negativ be, dijepeydakerên li ser rûyê xirokên sor ên korpeleyê sîstema bergiriya dayikê çalak dike. Li dij xwîna korpele di laşê dayikê de bersîvdana bergiriya yekem peyda dibe. Di nav xwîna dayikê de dijetena antî D (IgG) dirûst dibe. Dijetena IgG ji xwîna dayikê bi navbeynkariya plasentayê derbasî xwîna korpeleyê dibe[1]. Bi gelemperî bi bersîvdana bergiriya yekem dijeten hêdî bi hêdî dirûst dibe[5], hê ku rêjeya dijeten negihîştiye asta xeterê, zayin rû dide û dergûş nexweş nakeve. Heke xwîna dayik cara duyemîn rastê dijepeydakera Rhê were, ango heke cara duyemîn dergûşa wî bi xwîna Rh pozîtîv be, dibe ku dema ducaniyê de ji laşê korpeleyê hinek xwîn tûşî xwîna dayik bibe, îcar dayik bi bersîvdana bergiriya duyem li dij xwîna korpeleyê dijetena Rh(Antî-D) dirûst dike. Di demek kin de bi rêjeyek zêde dijeten (IgG) derbasî xwîna korpeleyê dibe. Ji ber dijetenên dayikê, xirokên sor ên korpeleyê dihelin û têk dişkên. Ev nexweşî wekî nexweşiya “helbûna xaneyên sor ên xwînê” bi nav dibe(erythroblastosis fetalis)[4]. Jiyana zarokên bi vî nexweşiyê metirsî de ye.

Çareseriya newxeşiyê biguhêre

Ji boy rê li ber nexweşiya ji ber neguncaniya Rhê bên girtin, dema ducaniya yekem de dayik bi dijetena Antî-D ve tê derzîkirin[4]. Dayik di 28emîn hefteya ducaniyê de û piştî zayinê di nav 3 rojan de derzî dibe. Derzîkirin ji boy her ducanîbûna bi korpeleya Rh+ vê tê dubarekirin[1]. Dijetenên antî-D di nav xwîna dayikê de dimînin, heke xwîna korpele têkilê xwîna dayikê bibe, dijetenên ji derve wekî serûm hatina dayin, xwe li ser dijepeydakera Rhê girê didin û xaneyên ji xwîna korpeleyê têk dişikînin. Ji ber ku haya lîmfexaneyên dayikê ji xwîna korpele nabe, bersîvdana bergiriya yekem a dayikê çalak nabe. Bi vî awayê egera nexweşketina korpeleya duyemîn a bi xwîna Rh pozîtivê kêm dibe.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c d e OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 https://openstax.org/details/books/microbiology]
  2. ^ a b Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  3. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  4. ^ a b c Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
  5. ^ Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8