Hizba Demokrat a Kurdistanê, Îran

Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) xwe wek dewama Partiya Demokrat a Kurdistanê dibîne. Piştî kongreya 13demîn a di sala 2006ê de Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû du parçe. HDK bi rêberiya Xalid Ezîzî partiyek nû ava kir. Li sala 2017ê Mistefa Mewlûdî wek sekreterê giştî şûna Xalid Ezîzî hate hilbijartin[1] . Li kongreya 17ê wê partiyê (2019) carek din Xalid Ezîzi wek sekreterê giştî hat Hilbujartin. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî beşê din ê vê parçebûnê ye. Navê vê partiyê bi soranî Hizbî Dîmokratî Kurdistan e. Kurtenav jî HDK ye. HDK yekem hizba Îraniya kû bûye tam endamê Înternasionala Sosyalîstan.[2]

Hizba Demokrat a Kurdistanê
Hizbî Dêmokratî Kurdistan
KurteHDK
Sekreterê giştîXalid Ezîzî
AvakerQazî Muhemmed
Damezrandin1945
ÎdeolojîKurdayetî, Sosyalîzm
SirûdEy Reqîp
Malper
www.kurdistanukurd.org

Rêxistina leşkerî ya vê partiyê PRK(Parezeranî Rojhilatê Kurdistanê)

Sekreterên Giştî biguhêre

Binêre biguhêre

Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre