Hezar û yek şev

berhevoka çîrok û çîrokên gelêrî yên erebî

Hezar û yek şev (bi farisî: هزار و یک شب‎, lat. Hezār-o yek shab; bi erebî: كتاب ألف ليلة وليلة‎‎, lat. Kitāb 'alf layla wa-layla) navê pirtûkek e ya ku di serdema Navîn de li Bexdayê hatiye çapkirin.

Hezar û yek şev
الف ليلة وليلة Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Berhema wêjeyî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Welat
ZimanErebî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nivîskar
  • Nayê zanîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Karekterên wê
  • Scheherazade
  • Shahryar
  • Dunyazad
  • Solomon in Islam
  • Harûn Reşîd
  • Sinbad the Sailor
  • Badroulbadour
  • Old Man of the Sea
  • Aziz
  • Uns al-Wujud Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Pirtûk bingeha xwe ji pirtûkeke farisî ya bi navê "Hezar Efsane" digire û di bin bandora wê de hatiye nivîsandin. Gorî îdîayan vê pirtûkê bi navê Abu Abdallah Muhammad al-Gahshigar berhevkarek nivîsiye û wî bi xwe jî ev çîrok ji çîrokên pirtûka Hezar Efsane, çîrokên kurdî û yên gelên din berhevkiriye.

Pirtûk dema ji aliyê ewropiyan ve tê keşfkirin û di sala 1704´î de çap dibe, baleke mezin dikşîne. Mirovên ewropayî di ber çanda rojavayiyan heyretê de dimînin. Gelek çîrokên kurdî bi awayê vê wergerê derbasê çanda Ewropayê dibe. Bo mînak lehengê çîroka kurdî Teyrê Sîmir û hwd.

Senaryoya pirtûkê wiha avabûye: Keyê girava di navbera Hindistan û Çînê de Şehriyar, bi şika ku jina wî bi wî re qelpiyê dike, jina xwe dikuje. Ew dibe dijminê jinan û ji wan diqehere. Ferman dide dê rojê jê re jinekê bînin û pê re bijî heya berbangê û bi berbangê ve îdam bike. Bi vî awayî her roj jinekê îdam dike. Keça wezîrê wî Şehrazad vê yekê dibîne û xwe jî di şûna jinên ku wê îdam bibin de dinivîsîne. Roja dor tê wê, heya berbangê ji key re çîrokek dibêje. Lê dawiya çîrokê nabêje. Dema dibe berbang dê wê îdam bikin key wê efû dike ku heya berbanga dûtir dawiyê bêje. Mixabin Şehrazad key di mereqê de dihêle û ev yeka han 1001 şev didome. Dawiyê de key li xwe vardiqile û êdî ji jinan naqehire.

Di pirtûkê de dewlemendiya çîrokên kurd, faris û gelên cîran tên zimên. Çapa yekem a bi zimanê fransî ji 12 pirtûkan pêk dihat. Li cîhana erebî pirtûk bi navê Alf Layla wa-Layla (Hezar û yek şev) tê zanîn. Peyva "hezar" di çanda devkî ya kurdî de sembola "bêdawîbûnê" ye. Dihat bawerkirin ku kê vê pirtûkê heya dawî bixwîne wê yan dîn bibe yan jî xwedî zanîneke kûr û majîk.

Ev pirtûk dibe kana hilberînên wêjeyî. Li Ewropa û seranser cîhanê di bin bandora wê de bi hezaran fîlm, awaz, lîstikên şanoyî hwd hatine çêkirin.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "One Thousand and One Nights - Wikipedia". en.m.wikipedia.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 sibat 2021.