Bêjeya heram (erebî: حَرَام, nelegal, qedexe, pîroz, tişta ku divê dest lê neyê werkirin) di Kurmancî de xwediyê du wateyan e. Li aliyekî wateya wê 'qedexe' ye: xwarin û vexwarina goştê berêz û alkolê heram e. Li aliyê din herwiha wateya 'pîroz' jî dide: wek mînak herêma di navbera Mekih (Mekke) û Medîneyê de ku weke Hîcaz tê binavkirin pîroz e (Erebî: البَلَد الحِرام[el-beled el-ḥirām]), ango ji nemisilmanan re qedexe ye. Navê mizgefta li Mekihê Mizgefta Pîroz (Erebî: (مَسجِد الحِرام [mesjid el-ḥirām]), û Qabe jî weke Mala Pîroz (Erebî: بَيْت الحِرام [beyt el-ḥirām]).

Di Erebî de gotina 'heram' dijwateya helal e.