Di ola Îslamê de bêjeya helal (Erebî : حلال, destûr; ne pîroz; dinyewî) dijwateya gotina heram e. Helal tiştên ku destûra wan ji misilmanan re heye destnîşan dike û heram jî tiştên ku destûra wan ji misilmanan re nehatiye dayîn destnîşan dike.

Fikr û ramana helal di Îslamê de yekser pêwendî xwarin û vexwarinê ye: wek mînak xwarina goştê pez helal e, lê xwarina goştê berêz heram e.

Ji bo ku goşt "helal" be divê bi navê xwedê hatibe serjêkirin.

Quran û sinnet xwarin û vexwarinên heram û şertên helalbûna wan wisa vedibêjin:

"Ajalên mirî (di Kurmancî de weke "jikêrbûyî" tên binavkirin), xwîn, goştê berêz, her tiştê ku ji bilî binavkirina navê xwedê hatibe serjêkirin, ajalên fetisî, yên ji hişketî (bi derban û hwd.) ajalên bi ketin an jî bi derbên qiloçan mirin, ajalên ku ji aliyê ajalên dirinde ve hatin kuştin, heta ku hûn wî ji xwînê paqij bikin (xwîna laşê wî biherikînin); ajalên ku ji pûtan re hatine qurbankirin; ev hemî li we qedexene." Quran (V ; 4)