Heinz Piontek (jdb.15ê çiriya paşîn a 1925 li Kluczbork (bi almanî Kreuzburg), Silezyaya jorîn (Oberschlesien), m. 26ê çiriya pêşîn a 2003 li Rotthalmünster, Almanya) Helbestvanekî Elman e. Piştî Şerê II. yê Cîhanê ku ew jî têde bûye,di gelek karan de xebitiye û Felsefe,Zimannasîya Elman û Dîroka Hunerê xwendiye. Di helbesta xwe de bi granî cî daye tiştên wek xwezayê,evînê û hestên mirovahîyê. Cerib,Çîrok,Roman,leystokên Radyoyê û leystokên Tiyatroyê jî nivisandiye.Bi romana xwe ya nav Le Sfee Frede (Stêrkên Sar) di sala 1970an de Xelata Strege wergirtiye.

Çend rist ji helbesta wî ya navdar Kulama Keça Dîn biguhêre

Dinexişîne etekê min yê belek ba

bi inciyên ji baranê,

di lahşê min yê mehandî de

pêsêrên min textik in.

Berê li Tîbetê bûm ez

Li kêleka çemê Oderê ye Tîbet

Nabêje kes,

ez nuha li kur im

xweş ez jî nizanim,lê dernaxim derve

ji te veşartî.

Binêre va porên xwe-yên wek muyê firçê

dadikim di sepya qahwên sarbûyî de...

sepya wan qahwên ku

pîrheboka bikofî daniye ber min.

Çi dibêjî,li dîwêr wêneyekî çêkim ez?

bexçan çêdikim,

çemê Oder yê ji vir diherike,va min zilamek jî çêkir lê vê de

zilamekî bera,

simbêlê wî he ye,şewqa wî û tiştê wî ku zilaman dike zilam

(...)