Hamid Aytaç , Şêx Mûsa Ezmî El-Kurdî, Azmî (jdb. 1891 - 18ê gulana 1982an) yek ji hostayên xetçêkerî yên navdar ê Amîdê.

Hamid Aytaç
Jidayikbûn1891 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin18 gulan 1982, 1982 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Stembol Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêGoristana Karacaahmetê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Osmanî, Tirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Hattat
  • calligrapher li ser wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Navê Hamid Aytaç, piştî derketina zagona paşnavan li Tirkiyê xwe dike. Ji malbateke Kurd î xettat ji dayik bûye. Neviyê Xettat Amîdî (Seyîd Adem), kurê Zilfiqar Axa ye. Di zaroktiya xwe de bala xwe berdaye wêne û xetçêkeriyê. Bi alîkariya bûrokrat û mîrên Kurdan ên ji xetçêkeriyê hezdikirin, perwerdeya dibistanê jî dîtiye.

Di demeke kurt de bi xetên xwe yên bêhempa di cîhanê de tê naskirin. Dewleta Osmanî jî dixwaze ji wê sûdwerbigire û jê çêkirina nexşeyan dixwaze. Ji bo fêrbûnê jî wî dişînin Berlînê. Bi têkçûna Osmaniyan û avabûna Komara Tirkiyê ve ji xwe re kargehekê vedike û him xetên xwe difiroşê, him jî şagirtan perwerde dike. Ji Misirê, Almanyayê heya Japonyayê gelek kes bo perwerdeyê tên cem Ezmî. Di gelek mizgeftan de hêj jî xetên wî tên pêşkêşkirin.

Miroveke oldar bûye. Mezelê wî niha li goristana Karacaahmet a Stembolê ye.

Çavkanî biguhêre