Hüda Kaya, (jdb. 9ê çiriya pêşîn a 1960an, Stembol, Tirkiye), nivîskar, çalakvan û siyasetmedareke tirk e. Hûda Kaya parlementera heyama 25 û 26 û 27em a bajarê Stembolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e.

Hüda Kaya
Parlementera Meclîsa Mezin a Neteweyî
Niha wezîfedar e
Dest bi kar kir
7ê hezîrana 2015an
Herêma
hilbijartinê
Stembol (2015)
Stembol (2018)
Jiyan
Jidayikbûn9ê çiriya pêşîn a 1960an (63 salî)
Stembol
HevwelatîTirkiye
NeteweTirk
Partiya siyasîPartiya Demokratîk a Gelan (HDP)
PîşeNivîskar, çalakvan
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Hûda Kaya, keça malbateke karker a bi eslê xwe ji navçeya Boyabatê ye û di sala 1960an de li Stembolê ji dayik bûye.[1]

Dibistana seretayî ya Gultepe xwendiye. Beriya 12ê Îlonê di nava rastgiran de bû.[2] Bi welatiyekî Iraqî yê hevwelatiya Komara Tirkiyeyê re zewicî. 5 zarokên wê hene. Ji zarokên wê sê jê keç û didu jê kur in. Kaya piştî 9 salan ji hevjîna xwe cihê bûye.[3]

Têkoşîna wê biguhêre

Kaya bi xebatên xwe yên çalakvaniyê de di qadên civakî, çandî, mafên mirovan re beşdarî bernameyên radyoyan jî bû. Li dijî qedexeyên serayê yên li qadên cuda têkoşîn meşand. Di kovarê cûrbecûr û rojnameya bi navê Selam de karê nivîskariyê kir.[4]

Di sala 1998an de li ser rê hat binçavkirin û ji ber nivîsa xwe ya bi sernavê "Şeveke Heyecan û Serxweşî ya Neteweyî" hat girtin. Li gorî madeya 312 ku weke sûcekî fikrî tê zanîn li Dadgeha Ewlekariya Dewletê hatin hat dadgehkirin di vê dozê de 20 meh ceza li Hûda Kaya hat birîn û kete girtîgehê.[5]

Keçên Hûda Kaya yên 16 û 17 û 18 salî ji aliyê dewleta tirkî ve li dibistana navîn a Îmam Hatîpê ve hatin desteserkirin û hatin dadgehkirin.[6] Kaya û zarokên xwe koçê Pakistanê bûn û piştî salekê dîsa vegeriyan bajarê Stenbolê.[7]

Wê pirtûka bi navê "Li ser riya azadiyê ber bi serdariyê ve" ku li ser serdema 28ê Sibatê nivîsîye, du cild çap kirin.

Kaya damezrîner û serokê berê yê Komeleya Çand û Alîkariya Perwerdeyê ya Kardelen, endama Yekîtiya Jinên Misilman a Navneteweyî (IMWU) û delegeya Tirkiyeyê, endama Meclîsa Şûra ya Kongreya Îslama Demokratîk e.[8]

Kaya ku di nava MYK ya HDPê de xebitî, di hilbijartinên 7ê hezîranê û 1ê çiriya paşîn de ji Stembolê weke parlamenter hat hilbijartin.[9]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Hüda Kaya Kimdir?". Bianet - Bagimsiz Iletisim Agi. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2021.
  2. ^ "Hüda Kaya Kimdir?". Bianet - Bagimsiz Iletisim Agi. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2021.
  3. ^ "Hüda Kaya Kimdir?". Bianet - Bagimsiz Iletisim Agi. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2021.
  4. ^ "Hüda Kaya". www.biyografya.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2021.
  5. ^ "Hüda Kaya Kimdir?". Bianet - Bagimsiz Iletisim Agi. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2021.
  6. ^ "Hüda Kaya Kimdir?". Bianet - Bagimsiz Iletisim Agi. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2021.
  7. ^ "Hüda Kaya Kimdir?". Bianet - Bagimsiz Iletisim Agi. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2021.
  8. ^ "Hüda Kaya Kimdir ? - Hüda Kaya Hayatı ve Biyografisi". www.haberler.com. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2021.
  9. ^ "TÜRKİYE BÜYÜK MİLLET MECLİSİ". www.tbmm.gov.tr. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2021.