Hîsterî ji peyva hîsteron a Grekî tê. Wateya wê malzarok e. Di dema Grek a Antîk de bijîşkên wekî Hîpokrat difikirîn ku jinên pêdiviya wan bi têkiliya cinsî hene û nikarin bicihbînin, malzarok a wan di laşê wan de digere û nexweşiyan çêdike. Lewra jinên ku hîsterîk bûn laşê wan reaksiyonên cinsî nîşan didan. Heya serdema 19. dihat zanîn ku ev nexweşî tenê ya jinan e û sedemê wê jî pêdiviya ducanîmayina malzarokê ye.

Nîşaneyên hîsteriyê biguhêre

Psîkolojiya guherbar, nîşaneyên psîkosomatîk, tevgerên zêde şanoyî, daxwazên sivikî yên têkiliya cinsî ne. Herçendî nexweşî yan astengiyeke organîk nebe jî di hîsterîkan de tevza dest û pêyan, serêş, jixweçûn, epîlepsî ya xapanok hwd tê dîtin. Heger bijîşk van nîşaneyan baş şîrove neke û nepispor be dikane şaşîtiyan bike. Hîsterî ne tenê nexweşiya jinan, herwekî ya mêran e jî.