Hîpotalamus beşek ji demaxê ye. Karê serekî yê hîpotalamusê, parastina hevsengiya navekî ye (homeostazî). Hîpotalamus wekî çavderek kontrola hormon û madeyen nav xwîn û xaneyan dike, ka kîjan nizm e, kîjan berz e. Ji koendama demar ragîhandin werdigre û bi şêweyek rasterast an jî nerasterat bandor li ser metabolîzmaya laşê dike. Ango hîpotalamus di navbera koendema demar û rijênan de girêdanê çêdike. Hîpotalmus hormonên derpirandinê û hormonên westirînera derpirandinê berhem dike, bi vî awayê li ser hormonên laş, kontrola xwe dabîn dike.

Pêkhateya hîpotalamus û rijênê hîpofîz
Di nav demax de cihê hîpotalamusê
Qada sor hîpotalamusê

Erka hîpotalamusê biguhêre

Hîpotalamus van kar û reaksiyonên li jêr kontrol dike.

  • Rêjeya lêdana dil û pestoya xwîne,
  • Pileya germahiya laşê (taya laş)
  • Parastina hevsengiya îyon, xwe û ava nav xwînê
  • Made (îştah) û giraniya laşê.(qelewbûn û lawazbûn)
  • Ji gede û rûvî derdana enzîm û hormonan
  • Pergala razanê (xew)
  • Têrbûn, birçîbûn û tîbûnê
  • Hormon û endamên pirbûnê.
  • Bi hormonên derperandinê, bandor li ser rijênê hîpofîzê dike ko hîpofîz hormon der bide.

Hîpotalamus gelek hormon der dide. Bi gelemperî xebata hîpotalamus bi hîpofîzê re ye. Gava hîpotalamus ji koendema demarê hişyarî digre, bi xaneyên demarî yên derdanî hormon berhem dike. Bi bandora van hormonên hîpotalmusê, rijênê hîpofîz an derdana hormonek dide despêkirin an jî derdana hormonekî radiwestîne.

Hormonên sereke yên hîpotalamusê biguhêre

Hormona dijî mîztin biguhêre

(Vazopressîn) - Anti-diuretic hormone (ADH)). Ev hormon ji cogên gurçikan dubare mijina avê zêde dike bi vî awayê mîza kêmav ji gurçikan tê derdan.

Hormona oksîtosîn biguhêre

Du erkên sereke yên vê hormonê, girjbûna masûlkeyên malzarok û ji memikan derdana şîr e. Ev herdu hormon ji xaneyên demarî yên derdanî berhem dibin. Aksonên xaneyên derdanî yen hîpotalamusê hetanê hîpofîza paş dirêj dibin, rijênên xwe li vir der didin. Ango hormonên ji hîpofîza paş tên derdan,ne ji hîpofîzê lê ji hîpotalamusê tên derdan. Hîpotalamus ji bo hîpofîza pêş jî hormonên derpirandinê û hormonên wêstirînerê derpirandinê der dide.

Hormona derpirandina rijênê tîroîd biguhêre

(Thyrotropin releasing hormone (TRH)). Armanca vê hormone hîpofîza pêş e. Bi bandora vê hormênê rijênê hîpofîz hormonek hander çêdike. Navê vê hormênê jî hormona handera rijênê tîroîd e.

Hormona derpirandina tûkila adrenal biguhêre

(Corticotropin-releasing hormone (CRH)). Hîpotalamus bi vê hormonê, ji hîpofîza pêşê re peyam dişîne da ko ji bo rijênê adrenal, hormon çêbike û bişîne.

Hormona derpirandina rijênê zayendî biguhêre

Gonadotropin-releasing hormone (GnRH)). Ev hormon bandor li ser hîpofîza pêş dike.Hîpofîz hormonên FSH û LH der dide.

Hormona derpirandina hormona geşê û hormona westirînera derpirandina hormona geşê biguhêre

Growth hormone-releasing hormone (GHRH) and growth hormone-inhibiting hormone (GHIH). Hîpofîz bi bandora van hormonan hormona geşbûnê(mezinbûnê) der dide an jî derdana hormonê radiwestîne.

Hormona derpirandina prolaktîn û hormona westirînera derpirandina prolaktîn biguhêre

(Prolactin-releasing hormone (PRH) or prolactin-inhibiting hormone (PIH)). Bi van hormonan hîpofîza pêş hormona prolaktînê der dide an jî derdana wî radiwestîne.Prolaktîn bandor li ser rijênê şîr dike.

Çavkanî biguhêre