Hêyavka goşt û kixseyê

Hêyavka goşt û kixseyê, hêyavka dêrê, yaxniya (êxniya) dêrê navê xwarineke kurdî ye. Dibêjin di rojên pîroz de, oldaran bi sîtilan vê xwarinê dikelandine, dibirine dêran. Di pêjgeha kurd, ermenî û suryanîyan de tê kelandin. Heger kixse nebin, pîvazên hûrik jî tên bikaranîn, lê heger kixse be çêjdar dibe.

Ev xwarin li Amedê, Îdir, Dîlok û gelek parêzgehan bi navê hêyavka (yaxniya) kixseyê ya bi sîrê jî tê binavkirin. Sîra kutayî jî dikeve xwarinê.

Berkeliya êxniya dêrê biguhêre

  • 600 gr tîkegoşta (goştê golikê)
  • 3 kevçî rûnê tîr, margarîn
  • 200 gr kixse
  • 2 dendik sîr
  • Sirke
  • Nîv kevçî xwê (solin)
  • 1 stekan (qedeh) ava goşt
  • Îsota reş (nû hatiye kişandin)
  • Li ser daxwazê cureyên biharbêhnê (biharat)

Çêkirin biguhêre

Rûnê xwe di rûnbirêşkekê de bihelînin. Rûn qijilî, goşt bikin navê, heya zerayî pê ket tevdin. Kixseya xwe bi saxî (ne hûrkirî, tenê qalikên wê hatine girtin) berdinê, sîra kutayî jî. Heya hinekê zerayî bi rûyê kixseyan bikeve, tevbidin.

Ava goşt, sirke, xwê û îsota reş tevlî bikin, bi qasî nîv saetê bikelînin daku kixse û goşt nermijî bibin.

Xwarina xwe bi germî li binikan parve bikin û bi germî bixwin. Bi kêfa xwe hin biharatan jî dikarin bikarbînin.