Gurle, gulle, gloverk navê pêlîstokek zarokan e.

Li hin deverên Kurdistanê bi navên din jî tê binavkirin. Berê zarokan bi qanqolan (kankol) dilîstin. Gurle ji hestî, hesin an camê tê çêkirin û glover e. Di sedsala 18emîn de ji kevirê marmorê jî dihatibûye çêkirin. Niha pirranî ji camê û rengîn tê çêkirin.

Zarok bi gurleyê bi dehan cureyên lîstinê lidardixin. Gurle bi pekîn, çirtik û bêçiya (teliya/tiliya) navendî ya dest tê avêtin. Gorî lîstikê armanc daxistina gurleya hember, morî, gûz, bişkok an tiştekê din e.

Lîstikên zarokan ên bi gurleyê biguhêre

  • Gurleya kortikê
  • Gurleya rêzkirî