Gulaş xwarineke quşxaneyê ye. Mirov dikare wekî hêyavk an şorbeyekê jî binavbike, lewra gelek cureyên wê hene.

Gulaş
  • Dish
  • شله‌
  • pork dish
  • beef dish Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Welat
  • Mîrîtiya Mecaristanê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletMecaristan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Gulaş di pêjgeja gelek gelan de heye. Kurd jî dizanin û ji xwe paşpirtika +aş bi kurdî wateya xwarinê pê dixe. Peyv ji xaşandinê tê lewra bi kelînê goşt dixaşe. Di zimanê mecarî de navê wê gulyás e û ew jî tê wateya gavan. Rojavayî bingeha vê xwarinê bi Mecaristanê ve girêdidin, dibêjin ji wir belavbûye.

Standardeke wê nîne. Ji goştê pez an dewarê tê çêkirin. Goşt tê tîkekirin, pîvaza hûrkirî jî di nav de, tê biraştin. Sîra kutayî, reşke (kîmyon), îsota dirêj, kartol û fringî (bacanê sor, tomatos) jî dikeve navê. Li Mecaristanê bi navê székely gulyás cureyekê wê yê din jî heye ku bi kremaya tirş tê çêkirin. Mirov dikare wê wekî xwarineke cuda jî binirxîne, lewra kelem, goştê berazê û biharat tê de heye.

Cureyên sereke yên gulaşê biguhêre

Gulyás biguhêre

Gulyás cure şorbeyeke macarî ye.

Gulaşa dîzê (dîzil) biguhêre

Bi macarî jê re Bográcsgulyás dibêjin. Di pîrozvahiyan te gelek tê xwarin. Xwê, biharat, sîr, kîmyon, îsota tûj (a pûlpelî) tehma xwe dide xwarinê.

Gulaşa loviyê biguhêre

Xwarineke macarî ye, quşxaneyî ye. Lovî lê tê zêdekirin. Wekî terîfeya ya bi sêvaxînê ye, bes ji dêl wê lovî tê tevlîkirin.

Gulaşa sêvaxînê biguhêre

Ji sêvaxînê (sêva binerdî) ye.

Pörkölt biguhêre

Pörkölt nêzîkê Gulyásê ye.

Esterházygulaş biguhêre

Silka zer, gizêr, kartolê xwêkirî lê tê zêdekirin, ji goştê dewarê, pirranî ji yê berazê tê çêkirin.

Gulaşên goştê dewarê biguhêre

Gelek cureyên wê hene. Bi taybetî li Almanya û rojhilatê Ewropayê bi dehan cureyên ji goştê dewarê tên xwarin.

Li Almanyayê:

Szegediner Gulasch biguhêre

Jê re herwiha gulaşa biharatî jî dibêjin. Wekî cureyên klasîk tê amadekirin.

Gulaşa Debreczinerî biguhêre

Ji sosîsa Debrecziner-Wurstê tê amadekirin.

Gulaşa golikê biguhêre

Pîvaz û tîkegoşt heya zerayî pê ket tên biraştin. Beriya wê divê goşt bê biharatkirin û xwêkirin. Ard (arvan) pê tê werkirin. Piştre tê kelandin.

Gulaşa çîganan biguhêre

Ji goştê dewarê yan berazê ye. Fringî (tomatos, bacanê sor) dikevê, herwiha kartol jî. Çima jê re ya çîganan gotine, nayê zanîn. Dibe ku bingeha vê xwarinê heya Hindistanê dûr be.

Paprikás biguhêre

Versiyoneke Pörkölt a mecarî ye. Bi biharatên tûj (no) tê çêjdarkirin, lewra jî jê re paprîkayî-îsotî gotine.

Gulaşa sosîs an beniyê biguhêre

Li Almanyayê jê re Wurstgulasch dibêjin ku pirranî li herêmên berê yên DDRê tê xwarin. Merge, ketçap jî tê tevlîkirin. Pirranî bi meqarneyê tê servîskirin.

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre