Guhê derve

beşa guhê ya ji perrê guhê û coga guhê pêk tê.

Guhê derve (bi îngilîzî: outer ear) yek ji sê beşên serekî yê guhê mirov e.

Deng biguhêre

 
Guhê mirov ji sê beşên serekî pêk tê.

Bihîstin, hestê nasîna dengan e. Bi eslê xwe bihîstin, ji veguherandina pêlên dengê ji boy enerjiya elektrîkê û şandina wê ya ber bi demarekoendama navendî pêk tê. Deng corek enerjî ye. Deng pêla pesto (bi îngilîzî: pressure wave) ye ko ji lerizîna molekulan peyda dibe. Pêlên dengê gava di nav hawîrên wekî hewa an jî avê de derbas dibin, rê li ber zêdebûn û kêmbûna pestoya li hawirdorê ve dikin[1]. Yekeya pestoya dengê, desîbel (dB) e (bi îngilîzî: decibel). Ji boy peyvîna asayî, hêza dengê mirov bi qasî 60 desîbel e[2]. Dengên ji 100 dB zêdetir dibe ko ziyan bide bihîstina mirov. Dengên ji 120 desîbel zêdetir perdeya guhê mirov diêşîne[1]. Di çirkeyek (saniye) de hejamra lerizîna ber bi pêş û paş ve ya pirtikên hawîrê wekî frekans tê navkirin. Ango frekans hejmara pelên dengê yê di dirêjiya çirkeyekê de ye[2]. Frekansa dengê bi yekeya hertz (Hz) tê pîvandin. Guhê mirov dengên 20 heta 20000 hertzê dibihîsine[3]. Bi gelemperî frekansa dengê mirov ( peyvîn) di navbera 300 û 3500 hertz e.

Pêkhateya guhê mirov biguhêre

Guh endama bihîstin û parastina hevsengiyê ye. Guhê mirov ji sê pişkên serkî pêk tê; guhê derve, guhê naverast û guhê navî. Guhê derve pêlên dengan berhev dike û ber bi guhê naverast dişîne. Ji vîr jî ber bi guhê navî tê şandin. Li guhê navî enerjiya pêlê dengan tên veguherandin boy demareragihandin û bi navbeynkariya demarên bihîstinê ber bi beşa bihîstinê ya tûkila mejî ve tê guhêztin.

Guhê derve biguhêre

Guhê derve ji perrê guh û coga bihîstinê (coga guh) pêk tê. Karê serekî yê guhe derve, wergirtina dengan e.

Perrê guh biguhêre

Perrên guh (bi îngilîzî: auricles, pinnas) pêkhateyên kirkiragî ne, rûyê wan biçal û mirtik e. Kevaneyên li ser perrên guh dişibe tîpa C yê, pêlên dengê yên ji hawirdorê, ber bi coga bihîstinê bi alîkariya van kevanan tê arastekirin[4]. Li pirraniya ajalên şîrder de perrên guh ji aliyê masûlkeyan ve bi awayêk xwevîstî (bihemdê xwe) ber bi aliyê deng ve tê livandin, bi vî awayê çavkaniya deng hesantir tê nasîn. Lê masûlkêyên guhê mirov ber bi korbûnê ne, loma mirov nikare mîna pisîkek an jî seyek (kûçik) perrên guhê xwe bilivîne[5].

 
Guhê derve ji perrê guh û coga bihîstinê pêk tê.

Coga bihîstinê biguhêre

Coga bihîstinê (bi îngilîzî:auditory canal) ji perrê guh dirêjî perdeya guh dibe. Dirêjiya coga guhê (coga bihîstinê) bi qasî 2,5 cm e[6]. Rûyê cogê bi pestê perrê guh ve raxistî ye. Pestê (çerm) coga bihîstinê rijên û mûyên guhê lixwe digire. Rijên li gel enzîma lîzozîmê, madeyek wek şima der didin. Lîzozîm li dij bakterî û hokarên nexweşiyê bergirî ava dike[6]. Şimaya guh û mûyên guh jî rê li ber hokarên nexweşiyê, toz û mêş û kêzikan digire ko nekevin nav guhê mirov.

perdeya guh biguhêre

Perdeya guh, guhê derve ji guhê naverast cuda dike. Perdeya guh bi şêweyî hêlkeyî ye û ber bi aliyê guhê naverast ve piçek qoqiz e. Deng û hewaya nav coga bihîstinê, li ser perdya guh zext dikin û perdeya guh dilerizînin[7].Pelên dengê perdeya guh pir hindik dilerzîne wekî mînak, gava mirov bi dengek asayî dipeyive, (bi hêza deng a kêmzêde 60 dB) rûyê perdeya guh bi qasî tîreya molekula hîdrojenê dilerize[8].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  2. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  4. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  5. ^ Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  6. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  7. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company
  8. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.