Guanche (wekî gwançe bixwîne) gelekî resen ê Giravên Kenariyê bû. Di sedsala 15'an de artêşa Kastîlyayê giravên Kenariyê dagir kirine û şer di navbera spanyol û guancheyan de çêbûye. Di vî şerî de leşkeriya guanche şikest û di encam de hêdî hêdî ev gel ji ber şer û nexweşiyan winda dibû. Roja îro ji ziman û çanda guancheyan qet namîne û li ser dîroka vî gelî kêm tê zanîn.

Mûmiyeke guanche, li muzexaneya Santa Cruzê, li Tenerifeyê.
Nimûneyeke kevirtiraşiya guanche li şikefta Belmacoyê.

Li gorî hin çavkaniyan dîna guanche pirxwedêyî bû. Çendîn ji yezdanên wan ev bûn: Achamán (yezdan), Magec (Roj), Chaxiraxi (xwedawenda sereke), Guayota (şeytan).[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Leyendas Aborígenes Canarias, ji orîjînalê di 24 gulan 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 2 îlon 2012

Girêdanên derve biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Guanche de hene