Gundên Stewrê biguhêre

Silav, ji kerema xwe re ji bo gundan Kategorî:Gundê Stewrê bi kar bîne. Spas ji bo nivîsên te. --Erdal Ronahi 17:59, 26 rezber 2009 (UTC)

Gundên Bismil -> Gundê Bismilê biguhêre

Kategorî:Gundê_Bismilê jixwe hebû, te kategoriya "Gundên Bismil" afirand. Ew ne baş bû. Ji kerema xwe re biguherîne û gotaran bixe kategoriya rast. --Erdal Ronahi 18:37, 26 rezber 2009 (UTC)

Tu wer dibêjî lê werê çewt e.Rastî divê Gundên Bismil be.Ji kereme xwe tu biguherîne.Ez tiştekî rast nebînim naxwazim çêkim.

Sîstema we wusa ye. Li Kategorî:Gund binêre. An hemû biguherîne an sîstema me bi kar bîne. --Erdal Ronahi 18:47, 26 rezber 2009 (UTC)
Silav... belê, Gundên Bismil yan Gundê Bismilê... Bismil mê yan nêr e? Heke mê be, Gundên Bismilê, li Bismilê, ez diçim Bismilê... ev zimanê standard e. Wekî din, bi ya min Gundên Bismilê çêtir e ji Gundê Bismilê. Dembaş --MikaelF 12:29, 28 rezber 2009 (UTC)

Slav,Tu baş û rast dibêjî.Di kurmancî de peyva bajar nêr e lê navê bajaran giş mê ye;gund jî werê ye.peyva gund bi xwe nêr e,lê gund giş mê ne.Min jî di serî de weke tu dibêjî nivîsand lê paşê fikirim ku tu kes di axaftina rojane de bi wî hawî bikarnayne.Wek gola DÊrîş,deşta kemberlû,Newala Seledûn,Çemê Bismil. Rastnivîs wek te nivîsandiye.Lê di axaftina rojane de wek min got ji ber hêsaniyê herlhade,bi karnayê ev kaîde.Demxweş be!...--Cîrano 14:20, 28 rezber 2009 (UTC)

Tu gelek bi xêr hatî Cirano! biguhêre

Slav û hurmet brêz...rûpel bi navê "bikarhener" wekî profîlek e, yanî behsa te dike...tu ci dixwezî kari lê qeyd kî, mesela listeya hemî gotarên ku te di Wîkîpedîya de bi xwe avakiriye, yanjî wêneyên te yên ku te ji bo gotarên Wîkîpedîyayê bara vir kiriye flan û fîstan :). --Ferrus 19:24, 26 rezber 2009 (UTC)
Ha, yek jî pirseka min heye: ecebe tu Cîranoyê Trekearth.com ê nas dikî?? Ji ber ku di Trekearth.com ê de jî "Cîrano"yek he:). Ez Ferrusê Trekearth.com ê me :)) --Ferrus 19:29, 26 rezber 2009 (UTC)
) Ser çavan re Ferhat.Belê ez Cîrano'yê TE'yê me.Bi dîtina te ya li vir ez kêfxweş bûm.:)

waaaaaaaa, raste?? welle ezjî bi dîtina te pir kêfxwes bum brêz! Herbijî ji te re :) Heger tu pirsek hêbe ezê alîkariyê bidim te, bes ku tu bixwaze. Slav û rêz --Ferrus 13:15, 27 rezber 2009 (UTC)

Ez cawa karim îmzeya xwe bidim nivîsên min ên di rûpelên bi navê Guftûgo de? biguhêre

Slav brêz. Dema ku te nivîsek berda li ser rûpeleka bi navê Guftûgoyê, tu dikarî îmza û dema nivîsandinê jî le qeyd kî. Ew jî wisa tê nivîsandin:

Navên gundên Bismil û Stewrê biguhêre

Tu bi xêr hatî û gelek spas ji bo vejandina besha cografiya Kurdistanê ya Wikipediya. Karê te hêja ye. Min wêneyên te jî dîtin... her bijî! Silavên germ --MikaelF 13:06, 27 rezber 2009 (UTC) Ser çavan re heval,gelek spas.Li min bibore ez nizanim mesaja hundurîn çewa tê avêtin ji ber wê ez li vir dinivîsînim.Hê ez di serî de û gelek kêmasiyên min he ne.Bi slavên germ...


Dema te xwes, brêz! Tu cawayî? Ez dibînim ku tu gelek gotarên nu avadikî û ev yek gelek i kêfa mi dice. :) Min dît ku te wêneke Kîrmiço barkiriye û lewma min ji te re vî wêneyî qeyda gotara Kîrmiço kir. Ezê ji Wîkîpedîya almanî enformasyonên herî girîng veguherînime kurdî, hêvîdari ku tuyê pê kêfxwes bî :). Dembas --Ferrus 22:22, 29 rezber 2009 (UTC)

ha, dibe ku Kurmancîyê min tê de ne pirr bas be...lewma biborîne, tu dikarî "dzeltmis" bikî :) --Ferrus 23:02, 29 rezber 2009 (UTC)

Pir sax bî Ferhat,ez gelek kêfxweş bûm bi vê alîkariya te.Şevî din min bar kir lê bi ji bo binavkirinê û serrastkirinê min astengî kişand.Vê sibehê dîtina serrastkrina te gelek kêfa min anî.Heger tu karibî wuha wergerînî em'e gelek tiştan bikin:) Gelek spas.

Ferhat ez'ê çewa karibim wêneyan li nava gotarê barkim,di derheqê vê mjarê de alîkariya te divê ji min re...--Cîrano 10:37, 30 rezber 2009 (UTC)

Tirk dibêjin Tabii ki :). Ez sabloneke qeyda vir bikim, tu dîrekmen karî kodên wê kopye bikî û bara destpêka gotaran bikî. Tenê nav û sîroveyên wênê biguherîne ewqas.

Kodên wêneyên normal (bi tenê wêne û sîrove) biguhêre

Brêz, dema ku te pêla biguherîne kir tuyê kodên sablonê ji boy wêneyan bibînî. Tu ev nivîsên/kodên di bin vir de kopye bike û bara gotarên tu dixwezî bike. Spas

Tirk dibêjin :bir bok anlamadim:) Tiştên ku tu dibêjî min giş berî ku alîkariyê ji te bixwazim giş ceribandibû.Ez bawerdikim tiştekî zêde hêsan e lê heyta ku hînbibim.Bi slavên germ.

Bele, ji boy min jî destpêk dijwar bû, lê mirov zû fêr dibe. Yanjî dîrek koda ku di bin vir de ye kopye bike û qeyda gotarê ke:


[[Wêne:NavêWênê.jpg|thumb|Sîroveya wênê]]


Divê ku tu Navê wênê û sîroveyê iguherîni. Vi kodî kopye bike û bara gotarê ku tu dixwezi bira wêne tê de hebe, ke.

Navê wêne ê ku te bara Wikipedia kiribû pir girîng e û lewma divê ku tu vî navî rast binivisî. Mesele navê wêneya ku di gotara Xelfêtî de cih digre ev e: Wêne:XelfêtîyaKevn.JPG . Slav--Ferrus 17:51, 30 rezber 2009 (UTC)

Ha, yek jî.....dema ku wêne dernekeve lê tenê nivîseke sor derkeve, wê tu pêla vî nivîsî bike û wêneya xwe barbike. --Ferrus 17:53, 30 rezber 2009 (UTC)


Gelek spas.Bû...:)


Wêneyên te û pirsek biguhêre

Êvara te xwesh be Cirano... pêshiya pêshîn, wêneyên te gelek balkêsh in... aferîn, aferîn ji te re û gelekî spas! Di warê navên gundên Stewrê de min çend pirs hene... tu pisporê me yî... Gundê Sîvcê, Sîçwan ??? (tr: Bashagaç), navê wî bi kurmancî wisa ye? Haris an Harsê (tr: Kayatepe) û Kirbê (Kirbali)...? Bileçka û Milêzin, navên bi tirkî hene û gundên ha dikevin ku derê? Dîsa spas û bi xatirê te. --MikaelF 17:15, 1 kewçêr 2009 (UTC)

Êvarxweş Mikael,Spas dikim ji bo xweşgotinên te yên li ser wêneyên min.Navê gundan yên ku te nivîsandine tenê ez "Sîçwa" û "Milêznê"(gundê ereban e,niştecihê vî gundî Mihelmî ne) dizanim.Yên din mixabin nizanim.Lê bê qezaûbela di nav deh rojan de ez'ê dîsa derkevim aliyê Mêrdîn ji bo kişandina wêneyan.Bi rastî berî ku ez li wîkîpediya kurmancî binivîsînim min pir guhê xwe nedida navê gundan û çîrokên wan.Vê carê hêvîdarim ku bêhtir balkêşiyê bidim navê û çîrokên wan. Şevxweş...--Cîrano 17:48, 1 kewçêr 2009 (UTC)

Rojbaş Cirano, ji bo bersivdayîn û alîkariya te pir spas... ev projeya te gelek baş û hêja ye... di vî karê te de serkeftin hevalê hêja. Silav --MikaelF 10:45, 3 kewçêr 2009 (UTC)
Êvarbaş Cirano, tu her bijî! Wêneyên te gelek, gelek baş in! silav --MikaelF 18:23, 17 kewçêr 2009 (UTC)


Gelek spas MikaelF...Êvarbaş--Cîrano 18:29, 17 kewçêr 2009 (UTC)

Sav brêz! Ez dixwezim gotareke li ser çanda Mîrkutê cêbikim, lê ez tu tist nizanim li ser mîrkutê. Di zarokatiya min de mezinên gundê me (bi gelemperî mêr) dihatin ber sokaniye û bi mîrkutê li genim dixistin. Werhasil, min di wê demê de maneya mîrkutê nizanibû, lê di xwesiye min dicu: Min jî dixwest ez ewqas xort bim û mîrkutê bikarbînim :)) Ecebe tu kari du-sê cumle binivisî? Ez bawerim Mîrkut di canda Kurdan de wek bêrîvaniyê girîn e. Spas jibo alîkariyê te. --Ferrus 14:18, 2 kewçêr 2009 (UTC)

Slav Ferhat,Mîrkut ez çewt nîn bim peyvek ji "kutan"'ê dihê(tê).Di conî de ji bo kutana dan,genim û tiştên din dihê bikaranîn.Bi tirkî divê hembera wî:Dibek tokmagî be.Demxweş!...--Cîrano 15:27, 2 kewçêr 2009 (UTC)

Slav. Gelek spas ji bo rastkirina te brêz! Min nava gotarê guhert û kire gotarek bi tenê li ser mîrkut. Lê ji boy dankutanê hîn gotar tune ye. Em yekî cê bikin, te got ci? Bila navê xwe ci be: Dankutan yanjî Kutan dan (ez wekî Dankutan dizanim...)? Gelek spas.--Ferrus 21:45, 2 kewçêr 2009 (UTC)


Slav,Tu dikî çi,bi qîma xwe yî.Lê bi ya min be jî "Dankutan" xweştir e.Demxweş...

Bas e, min kir Dankutan... ji kerema xwe careke li gotarê binêre û heger dema te hebe, Kurdîya min kontrol bike. Di destê min de wêneke dankutanê heye, lê di wênê de jin dankutanê dikin...yanî wêneke balkês e. Ezê bara Wîkîpedîya bikim, heger li cem te wêneke bastir hebe ji kerema xwe vê jî bara vir bike. Spas --Ferrus 19:19, 3 kewçêr 2009 (UTC)

Merheba Ferhat, Min gotara te xwend û pir eciband.Tenê, ji dêvla(şûn) merasîm ve rîtûel belbî çêtir bûna.Ya din jî, di çend ciyan de divê "jî" cihê (cuda) bihatan nivîsandin(yan jî). Wêneyên dankutanê mixabin li cem min tune ne.Serkevtin...Demxweş.

Ev wêneyê te bi rastî têkûz, xwerû û pir bash e, aferîn!! silav --MikaelF 09:09, 8 kewçêr 2009 (UTC)

min jî dît û gelek eciband! Pir xwesik derketiye, destê te saxbe brêz :) --Ferrus 19:10, 8 kewçêr 2009 (UTC)

Spas...--Cîrano 09:38, 8 kewçêr 2009 (UTC)

Spas Ferhat...--Cîrano 19:28, 8 kewçêr 2009 (UTC)

Heyîn û hebûn û rexneya te biguhêre

Birêz Cirano, dema te xweş be...

...eve hindek lînkên li ser bingehên ensîklopediya Wikipediya bo te... bi zimanê îngilîzî û tirkî ne; mixabin, ev rûpel hêj nehatine wergerandin bo kurdî. Belkî tu dikarî alîkarî bikî wergerînî kurmancî... Li çepê çend lînkên zimanên din jî hene. Bixwîne, fêmbike, hînbibe Wikipedia çi ye, çi nîne.

Heke dilê te ji guhartinan ne razî be, here betal bike. Dînamîka Wîkîpediya ev e. Ez bawer nakim ku ji nivîsên te ti tişt bi sererastkirinên min xirab bûbin, sererastkirinên biçûk bûn. Wekî din, bi giştî, ez ti car naveroka nivîsan naguhêrim.

Cirano, he ye û he ne binivîse, ezê neguhêrim, temam, lê meraqa min heye tu ramanên xwe li ser çi datînî? Qewet be ji te re û serkevtin! --MikaelF 11:03, 10 kewçêr 2009 (UTC) MiaelF merheba, Nuha wextê min tune ye,çendekî din ez'ê li wan lînkên ku te da ne binêrim. Ya din, rast e, sereratskirinê te biçûk û baş in.Ji xwe ji dervî mjara ku min ji te re nivîsand tu gazina min jî tune ye.Bi derengî be jî spas ji bo vê alîkariya te.Di peyva "he"'yê bi baweriya min qertafa "e" yê ku bi tirkî wateya-dir dixwe peyvê wek di peyvên din de jî derbas dibe divê cihê were nivîsandin.Ji ber ku peyva "he" yê bi tîpek dengdar diqede tîpa y dihê ber û dike "ye"...Ji te re jî qewet be!...--Cîrano 13:12, 10 kewçêr 2009 (UTC)

Dembaş Cîrano, spas dikim ji bo bersivdayîna te... bi ya te şablonên Stewr û Bismilê çawan in, çi baş e çi ne ewqas baş e...


Bi xatirê te --MikaelF 11:52, 11 kewçêr 2009 (UTC)


Demxweş MikaelF.Tiştekî gelek baş û xweş e.Spas û pîroz dikim ji bo vê keda te.Lê ez dixwazim vê yekê bêjim:Li hêrem tucar peyva Stewr û Bismilê nehatiye bikaranîn.Ne li Amedê ne li Mêrdîn û ne jî li derek din,dema hûn bêjin Stewr kesek fêhmanke ku dibêjin Stewrê.Wek Farqîn û Amed nîn in navê bajaran di bikaranîna rojane de.Slav...--Cîrano 18:22, 11 kewçêr 2009 (UTC)

Çawa wêneyan bar bikim? biguhêre

Silav delal, wisa xuyaye hûn gelek wêneyan bar kirine (upload), çawa ezê jî bikarim wêne bar bikim? Ze'f geryam lê min tiştek nedî? Sipas --Aza 16:23, 17 kewçêr 2009 (UTC)

Tu bêgumanî?! Wisa lînkek li wê derê nabînim!!--Aza 16:51, 17 kewçêr 2009 (UTC)

Sipas, lê bawer bike li qutita amûran de nînê. Ez çûm wê lînkê û got : çewtî!!!!

Ev tişta yê tu dixazê bikê bes ji bikarhênerên ra ye, yê bi kêmani di vê grupê da ye: Autoconfirmed users, Koordînatoran, Confirmed users.

Bizivire Destpêk.

silav û pêshniyar biguhêre

Kek Cîrano, dema te bash be.

kêfxweshim ku silavekê didim te. Chend pêshniyarên min hene, ji bo ku xebata me dubare nebe. Eger tu wan li ber chavan bigre, wê bash bibe.

Mînak:

  • Ji bo gotara Bûkowskî te "Binêrê" Charles Bûkowskî bi kar anîbû.

Eger wiha bike bashtir e:

  1. REDIRECT Charles Bûkowskî
  • Wekî din ji bo her gotarek ji hindekayî yek kategorî pêwist e.
  • Li bin gotara pêwist nake navê xwe wekî werger binivîse, kesek ji me wiha nake û di wîkîpediyaye de ji xwe nabe jî.
  • wekî din tu dikare li hinek gotarên din binêrê, ka ew chawa hatine avakirin.

Dema te bash kek û serkeftin. silav --Kurdodino 12:17, 23 kewçêr 2009 (UTC)


Ser ser û ser çavên min slav û pêşniyarên te.Pêşniyarên te giş bi qîma min in,wek ku tu'ê jî texmîn bikî ku ez hîn xav im di wîkîpediyayê de,ji ber vê jî kêmasiyên min gelek in.Lê pêşniyara ku li bin helbestan nav nenivîsandinê bêqîma min e hevalê hêja;ji ber ku wergerandina helbestan ne weke wergerandinên dinê hêsan e.Kedek mezin jê re divê.Rast e, li binê gotaran nivîsandina navê werger ne tiştekî xweş e.Lê helbest ne gotar e brayê min yê delal.Min çend navên wergerên din jî yên helbestan nivîsand û ez hîn jî baweriya xwe didomînim ku wergervanê helbestan tenê ji bo rûmeta kedê be jî divê were nivîsandin.

Dîsa spas dikim ji bo pêşniyarên te.Bi slavên germ,bimîne di xweşiyê de...--Cîrano 12:51, 23 kewçêr 2009 (UTC)

Gotareke nu li ser Sergîn/Sergînî biguhêre

Slav brêz, cawayî? Brêz pesniyareke min heye: ez difikrim gotareke li ser Sergîne avabikim, lê ez tam nizanim bila navê xwe ci be: Sergîn yanjî Sergînî? Yek jî meriv ji kesên ku dicine sergînê ci dibêje? Sergînvan? spas --Ferrus 13:22, 1 sermawez 2009 (UTC) xxxxx

Slav ferhat,ez pak im bila tu sax bî.Hêvîdarim ku tu jî baş î... Fikra te gelek xweş û rind e.Bi ya min be Sergîn wê çêtir be.Li cem me,berê, li gundan ji kesên ku diçûn ji qelaçan,ji çol û çepelan sergîn berhev dikirin re Sergînvanî dihat gotin.Lê bi qeneeta min Sergînvan rasttir e.Slav û serkevtin!...Demxweş be!--Cîrano 21:48, 1 sermawez 2009 (UTC)

Soranîzm biguhêre

Silav cîrano, gelo Hun chawa li ser we peyva nû difikirin: Soranîzm (cudakirin) --Baran Ruciyar 15:08, 3 sermawez 2009 (UTC)

Kew (wêne) biguhêre

Aso ji Wîkîpediya soranî (ckb) dixwaze wêneya te "KEW" bişîne commons. Ji bo vê agahiya lîsansê pêwîst e. Tu dikarî lêzêde bikî? --Erdal Ronahi 17:44, 13 rêbendan 2010 (UTC)

Ser çavan re lê lêzêdekirin çewa dibe ez nizanim,hun karibin ji min re mînakekê bişînin ez'ê çêtir karibim daxwaza we bicî bînim...--Cîrano 18:02, 13 rêbendan 2010 (UTC)

Mînak li vir in: Wîkîpediya:Mînakên_lîsansan_bo_wêneyan. Bê lîsans wêne nabe! --Erdal Ronahi 12:43, 21 avrêl 2010 (UTC)

Flora û fauna biguhêre

Silav, mixabin pêwist e em di hemû gotaran de navên kategoriyan sererast bikin. Tenê "redirect" têrî nake. Ji kerema xwe re alîkarî bike. --Erdal Ronahi 10:23, 20 reşemî 2010 (UTC)

Tu rast dibêjî,lê jixwe wa we sererastkirine.Spas ji bo keda we...--Cîrano 12:45, 20 reşemî 2010 (UTC)

Na, gelek hê man: Kategorî:Faûna ya Kurdîstan Kategorî:Flora ya Kurdîstan --Erdal Ronahi 12:54, 20 reşemî 2010 (UTC)

... Çê bû...--Cîrano 13:07, 20 reşemî 2010 (UTC)

Gotar û hevok biguhêre

Silav, ez ji gotarên te li ser felsefeyê hez dikim. Lê belê ji kerema xwe re hevokan binivîse. Ensîklopediya me ji hevokan îbaret e, ne wekî ferheng. Spas. --Erdal Ronahi 22:10, 14 adar 2010 (UTC)Bersiv bide

Photographs biguhêre

Hi. Would you like to upload your photographs to the Commons ? Takabeg 13:22, 6 gulan 2010 (UTC)Bersiv bide

Wêneyên herêma Mehsertê biguhêre

Bi silav û rêz, Cîrano, tu çawan î? Gelo wêneyên te ji herêma Mehsertê hene? Gotarên li ser Mehsertê zehf vala ne... tu her bijî mamoste --MikaelF 13:22, 8 gulan 2010 (UTC)Bersiv bide

Ez baş im brayê MikaelF.Hêvidar im ku tu jî baş î?...Mixabin wêneyên min yên herema Mahsertê tune ne.Lê di demek nêz de dibe ku ez herim heremê.Bi slavên germ.--Cîrano 08:54, 9 gulan 2010 (UTC)

Wêne biguhêre

Xwedê ji te razî be, dostê hêja, ez jî baş im... ew pirr baş e, ez timî bi çar çavan li hêviya wêneyên te yên nuh dimînim... wekî din, tu dikarî wêneyê xwe yê bi navê Zarokê Karker.jpg yê ji Batmanê bar bikî Wikipedia Commonsê? Lê, bê nivîs, yanê bê navê te li ser wî? Hertim di karên te de serkevtin! --MikaelF 11:49, 21 gulan 2010 (UTC)Bersiv bide


Serçavan MikaelF,di demek nêz de ez'ê barkim...--Cîrano 16:24, 21 gulan 2010 (UTC)


Vîzvîzok (Apus apus) biguhêre

Birêz Cirano dema te xweş be, tu baş î? Li herêma te navê vê çivîkê çi ye? Meraqa min ji navê wê re heye, lê baş nizanim vîzvîzok rast e an na. Tu jê re çi dibêjî? Wêneyên te yên çivîkan pir xweşik û hêja ne! Bi silavên germ --MikaelF 16:45, 5 tîrmeh 2010 (UTC)Bersiv bide

Bi rastî navê vî çûkî yê rast ez jî nizanim,li herema me jê re wek bi tirkî jî dihê gotin bi navê "ebabil" dihê binavkirin.Di vî warî de kêmasiyên me gelek in.Nuha li cem min bi sedan wêneyên çivîkan,kêzik û kulîlkanyên ku min bi xwe kişandine he ne lê ji ber ku ez navê yan yê kurdî nizanim nikarim di wîkî de jî parve bikim.Vîzvîzok navekî xweş e û dibetiya Kurdiyê jî bi hêz dihewîne.Heger tu dixwazî gotarekî vekî qet xwe venekişîne û li ser vî navî gotarekê veke,ger şaşitiyek çê bibe em'ê paşê bi hev re sererast bikin.Bi slavên germ.--Cîrano 17:05, 5 tîrmeh 2010 (UTC)

"Vîzvîzok" navekî rast e!...Çend roj berê ez bûm şahit ku li aliyê farqînê li hinek gundan (wek Kurêşa û Gulemîran) ev nav dihê bikaranîn...--Cîrano 13:03, 2 tîrmeh 2011 (UTC)

Birêz Cîrano, ser çava.. ez bi vê mizgîna te pirr dilşad bûm, tu her bijî! Hertim serkevtin û bi silavên germ --MikaelF 13:05, 3 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide

Şivanxapînok biguhêre

Wêneyê te yê şivanxapînokê bi rastî pirr xweşik e! Ez ji vê balindeyê gelek, gelek hez dikim, lê mixabin çend sal e ku ez wê nabînim... Ez li te silavên germ dişînim hevalê hêja. Di karê te yê wênekişandinê de hertim serkeftin! Aferîn, Cîrano! --MikaelF 08:26, 8 tebax 2010 (UTC)Bersiv bide

Zêr ji bo te biguhêre

Ez nîşaneke zêrîn didime
Cîrano

ji bo
karê te yê hêja li ser fauna û cografyaya Welêt li Wîkîpediya kurdî
tu her bijî!.
--MikaelF 08:49, 27 adar 2011 (UTC)Bersiv bide


Spas hevalê MikaelF ji bo vê bîrbirina çê û rind.Bi rastî herî zêra mezin mafê te ye.--Cîrano 08:12, 29 adar 2011 (UTC)

Lîsans ji bo wêneyan biguhêre

Silav hevalê hêja , ji kereme xwe wêneyên xwe kontrol bike û lîsansên wan diyar bike , lê wê werin jêbirin.

û li vir jî binêre ji kerema xwe , heke wêneyên te hebin wan sererast bike. Bimîne di xweşiyê de.—Gomadapeyam 11:22, 6 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide


Spas ji bo vê hişyarkirina te,lê birastî piştî barkirinê lîsans çewa ji nû ve pê dihê zeliqîn ez nizanim.Divê ez çi binivsînim yan jî bi rûpelê ve bizeliqînim h^na karibin ji min re binivsînin gelo.Spas...Ev peyama bêîmze ya Cirano (gotûbêjbeşdarî) ye.

Dîsa silav:) Hun dikarin ew wêneyan ser Wikimedia Commonsê bar bikin--Ghybu 12:36, 13 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Destûr biguhêre

Silav Cirano,
Niha, ez lîsansên wêneyên serast dikim… Wêneyên te bê lîsansên, ez dikarim lîsansên wêneyen te serast bikim û lisansê bikim {{Cc-by-sa-2.5}} / {{GFDL}} (lîsansa te yê Commonsê)?
Hûn ew destûra didin min? Xebat xweş--Ghybu (gotûbêj) 12:49, 17 pûşper 2012 (UTC)

Destûr ya te.Divêtî çewa bixwazin tu bi dilê rihet dikarî werê bikin...Serçavan re...--Dûrzan (gotûbêj) 12:52, 17 pûşper 2012 (UTC)
Gelek spasBişirîn--Ghybu (gotûbêj) 12:56, 17 pûşper 2012 (UTC)

Silav, Gundê Xirbezoq ku derê ye? Li vira ye?--Ghybu (gotûbêj) 14:42, 20 avrêl 2014 (UTC)

Merheba, Belê Xirbezoq li wan deran e.Ne li ser rê ye,ango rê pê nakeve.Mirov dikare bi çeprastî wuha rêzikekê çêke:Girikê Fariz,Xirbezoq,Hola Hecî Qado,Kelehya Pozreş.--Dûrzan cîrano (gotûbêj) 19:02, 20 avrêl 2014 (UTC)

= Wikipediya Tirkî de Proje yê Kurdîstan biguhêre

Silav û rêz, em Kurdê Bakurê Kurdîstanê, der heqa dîrok,gramer û zîmanö xwe de gelek kêm in. Li Bakurê Kurdîstanê, gelê Kurd derbas ê salan de hatîn e bişavtî û asîmîle bûn e. Lewma zîmanê xwe û gramera Kurdî de zehf kemasîya wan heye. Lı Wikipediya yê Tirkî de mijarê Kurda de gelek kêmasî heye.Em li Wîkîpedîya yê Tirkî de li ser wê pirsgirêkî projekî Kurda ava kirin hûn ji dikarîn bikevîn û em hevre wê projeyê pêşvebidin.--Vladdracotepeş

İyi günler, İyi Vikiler. Türkçe Vikipedide yer alan Kürtler hakkında kısıtlı bilgi ve eksiklikler nedeniyle katkı sunmak amacıyla oluşturduğumuz Vikiproje Kürdistan'a davetlisiniz. Türkiye sınırları içinde yaşayan, Kürtler'in çoğunun kendi dilini ve gramerini bilmemesi sebebiyle Kürtçe vikipediye katılımın az olduğu aşikardır. Bu durum, Türkçe vikipedi de katkıların eksik kalmasına sebep olmaktadır. Lakin günümüzde bir çok Kürt, Türkçe konuşuyor ve Türkçe okuyor. Bu noktada Türkçe Vikipedi dahilinde projemize katkı sunmak ve bu eksikliklerin giderilmesini isterseniz bize katılabilirsiniz. Vladdracotepeş